Li Licê ciwanekî Kurd ala dewleta Tirko ya di nav qada leşkerî de daxist xwarê. Ev qehremanîya ciwanê Kurd a li hemberî dagirkerîya li Kurdistanê Tirk û Kurdên Kemalîst dîn û har kirin û rastiya Tirkoleran carek din derxist holê.
Axir, hinek dibên „Welle û bille ev lotik provokasyon e“, hinek dibên „Al şeref û namûsa me ye, divê ew xort li ser wê stûnê bihata kujtin“, hinek dibên „Destê MÎT û ÎT ê di vê provokasyonê de heye“, hinek dibên „Na welle ev dek û dolabên Erdogan e“ û hinek jî dibên „Na welle destê Qendîlê û Îranê di vê provokasyonê de heye“ filan û fîstan.
Axir, provokasyon dibe, MÎT û ÎT dibe, Erdogan yan Qendîl û Îran dibin qet ferq nake. Provokatorê me lotikek pîroz avêt, bi ser ala wan de mîzt û ew ji stûnê daxist xwarê. Ev jî tê wateya ku ala Tirko temsîla Kurdan nake û ala dewletek dagîrker e.
Werhasilî kelam, di vê derbarê de serşûnik û sermezinên partîyên Tirkîyê rabûne ser tapana, wek gurên har girêz bi devê wan ketiye û ha ha daxistina wê terîşa sor û spî şermezar dikin. Tew Erdogan û Bahçelî dibêjin „Gerek ew xort li ser wê stûnê bihata kujtin“ jî. Û mixabin başqanê me jî ji Komara Îmralîyê heman lotik avêt û daxistina ala Tirko şermezar kir, got „Al nirxek netewî ye, ev lotik provokasyon e û dixwazin me û gelê Tirk bînin hemberî hev“ filan û fîstan.
Ê başe qardaşim, madem al nirxek netewî ye, ka ala Kurdan?
Çima ala Tirkan li ser xak û nirxên Kurdan pêl dide?
Yan Kurd ji Eyşika Ereb in û ji dola Tirkoleran e?
Yan alên xelkê nirxên netewî ne, lê yên me nirxên qûna kerê ne?
Werhasilî kelam, di mijara daxistina ala Tirko de her çar partîyên dewletê bûn yek dev, bûn yek ziman, bûn yek al û heman fîstan li xwe kirin.
Û pelûl bi serê kê de rijiya?
Helbet bi serê Kurdên xwelîliser û reben de.
Belê, ji Tirkan re al şeref û namûs e.
Helbet gava li hesabê wan tê, şeref û namûs e. Lê gava li hesabê wan neyê, gû û rîx e, qûna xwe jî bi wê alê pakij nakin.
Aha ji we re şeref û namûsa ala Tirko.
Binerin bê Tirk çawa pêl şeref û namûsa xwe dikin.
Stenbol
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe