Belê, xendekçîyên me, ango PDK û PYD li bajarê Stenbolê li hev kom bûn û dan lotik û zîtirkan. Şanda Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Şanda Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan û rewşa dawî ya İraq, Sûriye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Wey maşelle!
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbolê be, dibêjin şanda PYD a ku ji Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdûlselam Ehmed, Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûrîyê Mihemed Mûsa, Berdevka Peywendîyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk Çinar Salih û Endama Encûmena Cîbicîkar a PYD Beşîre Derwêş pêk tê, bi Şanda PDK Endamê Polîtburoya PDK Kemal Kerkûkî, Berdevkê PDK Cafer Eminkî û Berpirsê Peywendîyên PDK li Tirkiyê Umer Mîranî re civîya. Herdu şandeyên tirtire û qerase dilê hevdu bi gotinên germik û nermik xweş kirine û çayek seylanî bi hev re vexwarine.
Ma ev jî ne ecêb e gelî xwendevanan?
Çawa meriv hevdu bi „Xendekên Îxanetê“, bi „Îxanet û hevkarîya dijmin“ sûcdar û gunehbar bike, û weke ku tiştek nebûbe meriv bê cem hev û hevdu balêse. Ma ji vê qebhetê mezintir qebhet heye gelo? Lotikvanên PYD, PDK û Barzanî ji ber kolana xendekan bi „îxanetê“ sûcdar dikirin. Û zîtirkvanên PDK jî, PYD wek hevkar û şirîkê rejîma Sûrîyê bi nav dikirin.
Û çi bû?
Tu gû jî nebû!
Wek ku herdu alîyan tir û fisek kiribin, qet ne xema wan e. Îxanet û hevkarîya rejîma Sûrîyê bûn tir û fis û li ber ba ketin.
Îcar navê vê siyaseta xendekçîyan çiye hûn bêjin heyran, ez hew dengê xwe dikim.
Stenbol
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe