Belê, partîya HDP namzetê xwe yê serokkomarîyê eşkere kir. Selahattîn Demîrtaş.
Seloyê me berê gotibû „ezê nebim hevserokê HDP“. Lê piştre çi bû, kê guhê wî kişand kes nizane, bû hevserok. Û niha jî bûye namzetê serokkomarîya Tirkîyê. Yanî, bû namzetê serokkomarîya „netew-dewlet„a Tirko.
Seloyê me gellek caran li dijî „netew-dewlet„bûna Kurdan derket. Ne tenê ew, PKK, BDP, HDP û PYD jî li dijî netew-dewletbûna Kurdan derketin, derdikevin. Lê ecêb e, kesên ku li dijî netew-dewletbûna Kurdan derdikevin, ji netew-dewleta Tirko re dibin namzetê serokatîyê û dixwazin bibin serokkomarê dewletekê.
Ê başe qardaşim, ev çi şorbe û pelûl e?
Hûn ji Kurdan re netew-dewletbûnê heram dikin, lê dixwazin bibin serokdewlet. Ev çi lotik in, çi zîtirk in û çi tirşik e?
Niha hûn ji kekê me Selahattîn Demîrtaş re bêjin „were bibe serokdewletê Kurdistanek serbixwe“ ewê bêje „na, netew-dewlet ji Kurdan re ne baş e, heram e, nabe“. Lê li alîyê din dixwaze bibe serokkomarê dewleta çeqilmast û sînorê netew-dewleta Tirko biparêze.
Na keko na, welle û bille di vir de xeletîyek mezin heye.
Yan hûn pir biaqil in, yan jî em Kurd pir saf û ehmeq in.
Lê dîsa jî li ser xêrê be. Xwdê bikim Seloyê me qezenc bike û bibe serokkomarê dewleta virqo.
Belkî rojek ji rojan karibe sînorên wê netew-dewletê ji holê rake û tirrê jê berde, ma kî zane..
Izmîr
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda