Zaravayê Perwînkî li Kurdan pîroz be!

Belê, çi hikmet be peyamên başqan Ocalan her bi Perwîn Bûldan a Kurdînezan didin xwendin. Tu dibê qey di nav HDP û KCK de Kurdîzan tunene, tenê Perwînka me Kurdî zane bixwîne. Perwînka me hem xwe rezîl dike, hem Kurmancî rezîl û riswa dike, hem jî bi Kurmancîya xwe  (a modern û bilind) Ocalan û peyamên wî diherimîne û pêde dirî.

 

Axir…

Li gor fitne û fesad dibêjin, dibêjin xwedêgiravî HDP dixwaze bi rêya Perwîn Bûldanka me zaravayekî nû, zaravayê „Perwînkî“ li zimanê Kurdî zêde bike. Çima? Ji bo ku ew çend kesên di nava HDP û KCK de Kurdî zanin û Kurdîhez in jî asîmîle bikin û Kurmancî li ber çavê wan reş bikin. Çawa ku dixwazin Kurdan bi Tirkîyê û Kemalîzmê ve pîne bikin, dixwazin zimanê Kurdîhezan jêkin û zimanê Tirkî û Tirkmancî têxin devê Kurdên xwelîser.

Werhasilî kelam, ê de zaravayê Perwînkî li Kuran pîroz be rebbî!

Amed

About The Author