XALTÎ TU JI KÎJAN KURÊ XWE HEZ DİKÎ ?

Xaltîya Gewrê ji Kurdistanê hatibû bajarekî metropola Tirka serdana kurê xwe yê mamoste. Demek dirêj li ba kurê xwe ma, heval û dostê mamoste jî hatibûn seredanîya xaltîyê.

Bi komî rûniştibûn, suhbet dikirin. Yekî ji xaltîya Gewrê  pirs kir:

* Xaltî çend kurê te hene ?

* 3 kurê min hene .

* Her sê jî zewicîne ne ?

* Belê zewicîne.

* Tu pir ji kîjanî hez dikî ?

* Weleh ez pir ji herdu kurê xwe yê dî hez dikim.

* Ma tu ji mamoste hez nakî ?

* Na

* Çima xaltî ?

* Yê dî herdu jî li pîrekên xwe dixin. Ev sê mehe li virim,min nedîtiye ku mamoste li jina xwe xistîye.

Gorî dîtina Xaltîya Gewrê mêranî bi lêxistinê kifş dibe !

Li Rojhilata Navîn çiqas hov û nesaz hene îro li miletê Kurd dixin ! Pêşmerge jî neba niha wê serê me hemûyan berjêrkî ba.

Wek gotina Xaltîka Gewrê, îro her kî li DAIŞ û hovan dixe ez ji wan hez dikim û hûn sax…

About The Author