Xiyarek têra wê nake, bi darekê re dizewice

Hesen Keleş

Xwedê kesî şaş û maş neke. Ku şaş kir jî haş neke.

Insanan dinya çirvirandiye, ji hevde xistiye û qûş li dinyaya reben qetandiye. Azadî û demokrasîya zêde wilo li insanan kiriye ku hew zanin çi bikin û çi nekin. Êdî hatiye wê astê ku êdî hew qîma xwe xi xiyar û terikan tînin, îcar daran dixin xwe, bi daran re û bi heywanan re dizewicin. Eynen wek van kartoncîyên me ne. Qîma xwe bi Kurdistanekê, bi welatekî naynin, lê di çadir û şikeftan de doza karton û kantonên ekolojîk û demokratîk dikin.

jindari.JpegWerhasil….

Li Brîtanyayê, jinika bi navê Emma McCabe (31 salî) evîndara darekê bûye û navê „Tîm“ li evîndarê xwe, ango li darê kiriye. Emma xanim heftê 4 carî bi evîndarê xwe re hevdîtinan dike, xwe pê difirkîne û kurmê xwe pê dişkîne.

Hinek dibêjin „Emma xanim bi nexweşîya DENDROPHILIA “ ketiye. Kesên ku bi nexweşîya DENDROPHILIA  dikevin, pir zêde ji daran hez dikin û dil dikevin daran. Yanî, ji kartoncîyên me zêdetir ekolojîk dibin, zêde zêde germik û nermik dibin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Londonê be, hinek jî dibêjin: „Ez bi serê Îsa û Mûsa kim, terik û xiyar têra Emma xanimê nakin, ew dixwaze darekî qerase li xwe biceribîne lê nabe. Ji ber ku dar pir dalind û dirêj e, xwe pê difirkîne û bi vî awayî kela dilê xwe dişkîne“ filan û fîstan.

Tew hûn dev ji evîndarîya darê jî berdin, Emma McCabe dixwaze bi darê re bizewice jî.

Emma xanimê ji çapemenîyê re gotiye: „Tîm (navê dara wê ye) ji zilaman zêdetir min bextewar dike“ filan û bêvan.

Ango, zilam nikarin wek Tîm efendî wê têr û bextewar bikin.

Niha malbata Emma McCable mane halekî heyirî. Ji xwe piştî ku bihîstine wê keça wan bi darekê re bizewice, cêrek ava cemidî bi serê wan de dabûye û bê eraq serxweş bûne, dîn û şêt bûne, hew zanin çi xwelîyê li serê xwe bikin.

Hûn dibînin bê azadî û demokrasîya zêde çi tîne serê merivan ne wilo?

Heta bi daaran jî dixe meriv wesselam…

London

About The Author