Bazê Qendîlê
Li gor ku me di tora civakî (fisa bûkê) de bihîst, doh nîvroj, li bajarê helmet û qurbanî, li bajarê rewşenbîrî, li bajarê Mame û Mame Yare (Silêmanî) û li nav Parka Dayikê, keçek bi navê Sinûr (Sînor) bi çend guleyan hate kuştin. Hin dibêjin ku dibe ji aliyê malbata xwe ve hatibe kuştin û xwedêgiravî bi xortekî re li wê parkê dîtine.
Ez tişkî nabêjim, lê xwedê agirekî di mala kujerê wê keçê xîne, nexweşiya penceşêrê di kezeba wî xîne û dil û kezeba wî di dev û pozê wî re derxîne! Ev core mirov ne kafir in û ne jî misilman in. Kafir qet vî karê qirêj nakin û di misilmantiyê de jî, kengî kuştina jinê li ser namûsê helal e? Dema çar şahid hebin ku dîtibin kîrê mêr di quzê jinê de ye, wê hingê ew jin û mêr ta mirinê tên recimkirin, ew jî li gor zagona wî welatî.
Birastî, dilê min tevlihev dibe dema ku kuştina wê bêgunehê ji aliyê malbatê de, tê ber çavê min. Dua, ew keçika êzîdî ku bi bilokan serê wê perçiqandin tê ber çavê min û min ker û lal dike, nema zanim çi bêjim, çi binivîsim!
Dema ev cor kuştin dibihîzim, herdem gotina xalê me Osman Sebrî tê bîra min. Dema Sûrîyê bîrên petrolê li navçeya Rimêlanê ku dikeve Rojavayê Kurdistanê dikolan, dibêjin ku xalê Osman ji çend zilamên xiyar rep ê dora xwe pirsî: Ev bîranan çend mitir kwîr in gelo? Jê re dibêjin ku dibe heta 3000m jî kwîr bin. Xalê me yê delalî gotina xwe berdewam dike û dibêje: Erê xelkîno, gava ku mêrek xiyarê xwe çend santîmî di jina yekî xîne, dinya û axretê li ser serê wî xerab dikin û dibe ku deh mêr li ser wan çend santîman bêne kuştin. Lê werin li vê bêbextiyê binêrin, îro hukûmeta Sûrîyê hatiye welatê me talan bike û 3000m di şeref û namûsa me de biriye û qet nayê ser bala me, ma law şeref û namûs welat e yan quz e?
Wey tif li wilo kûltûr be! Kûltûrek ku herçiqasî tev bidî ewqas bêhna genî jê tê! Ez bawer im kujerê wê keçê, eger bi dest keve wê di metik û xaltîka xwe jî xîne û ji xwe re helal û zelal bike, lê keçek bi xortekî re baxêve divê were kuştin û tunekirin, hey min di wilo aqil û kûltûr kirî erê welle!
Li hawîrdora me Erebên qûnreş û leşkerên Mûhemedê Qureyşî, bi mejiyên berî 1400 salî, bi şûrên zingargirtî û kêrên ko, ku serên pêşmergeyên qahreman dibirin, jin û keç, xwişk û dayikên me dîl digrin û li sûkên Raqa û Mûsilê bi qurûşan difroşin, ter û hişk dişewitînin, welat kavil û wêran dikin; kerê me jî fîşeka xwe dixe serê keça xwe yan xwişka û yanî tirro namûsa xwe diparêze. Hey min di wilo mejî, kûltûr û exlaq kirî! Çima ew fîşek, li ser sînorê Kurdistanê, di serên cilreş û qûnreşan de nateqînin?
Lê ez gazinan ji wî ker û lawirî nakim, ku bi destê xwe yê qirêj dawî bi jiyana mirovek bêguneh anî. Qahr, derd û birînên mezin ew in ku ev welat bê xwedî ye, bê zagon e, bê rêber e, pezekî bê şivan e! Heta rêberên vî welatî mijûlê civînên du alî, sê alî, çar, pênc, şeş û heft alî bin, wê rewşa welêt û xelkê jî bi vî rengî be!
Zilamek, carekê li gundekî, li malekê dibe mêvan. Bi şevê destava wî tê, dema derdikeve derve, segekî li ber deryê malê dibîne û ji tirsa wî re vedigere nav cihê xwe. Lê cardî nava wî zorî didê û bi lez diçe derve, lê seg wek daişekî cilreş li ber derî terî rep kiriye. Feqîro cardî vedigere hundir û zikûpişt li ser doşeka xwe diqulipe. Çare jê re namîne ji dergûşa zaroka malê pêve û diçe di dergûşê de dirî. Sibehê dema jinika malê li dergûşê dimeyzêne, hema bi dengekî bilind dibêje: Rebenêêêê gûwê lamê min çiqas mezin e!
Yê mêvan jî lê vedigerîne: Welle heta ev seg li ber devê deryê we be, wê gûwê lawê we jî wilo mezin be!
Welleh, billeh û tilleh, heta ev serok û rêber bi kursî û maseyan ve zeliqî bin, wê rewşa me jî wilo wêran be, wê gelek Sinûr û Dua bi fîşek û bilokan bêne kuştin!
Kurdistan, 3.10.2015
xwin dilopine dilemeda peze bé sivan mamocan