Dema ku mirov dixwaze bikeve nav malperekê, ji we hin tişt têne xwestin. Ya herî girîng jî daxwaza endambûyînê ye.
Divê cara yekem xalên malperê qebûl dikî û dibe endam. Piştî wê gavê endambûyîna we jî tête qebûlkirin.
Perdeya reş li ser wê trajedîya mîrovkuj a Ergenekonê vebû.
Yên ku zanin-nizanin-nasdikin yan nasnakin li ser diaxivin û dinivîsin.
Destê kê di bêrika kê de ye kes pê nizane.
Kûr û dûrîya xwe çiqase?
Nayê zanîn, lê gelek têkîlî û agahî derketin holê, di devê xelkê de bûye benîşta rojane û tête cûtin.
Ma ewên ku li ser Ergenekonê didin-distînîn û dinivîsin, mijara xwe ji kîjan çavkanîyê distînîn?
Min ew pirsên xwe ji Ewlîyayekî pirsî:
-Seydayê hêja û giranbuha, ev Ergenekon çiye?
Pirsa min bersivand:
-Rojek ji rojan, dema rojîya 12 İmaman bawermendekî mîna te ji min pirs kir û got: „Pîro, dema rojîyê ku mirovek ji destavê derkeve û benîşt bicû tiştek dibe?“ . Min li wî vegerand û hêvî dikim ew bibe bersiva pirsên te jî.
Tu dibê dema rojîyê mirovek ji destavê derkeve û benîşt bicû, bi ellahvekîl tiştek nabe. Lê dema ku hin kes wî bibînîn ewê bêjin „gelo ew çi gû ye te xistiye devê xwe û dicû…“
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş