Bavê Cengo
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Hesekê û Kobanê be, dibêjin PKK tîmek qerase şandiye ser Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl û ew revandine, birine cîhekî nebedî û nenas.
Ne tenê fitne û fesadên „Federasyona Quzê Sûrîyê“, lê herweha rêvebirek ji rêvebirên ENKS Xalid Elî jî bi telaqên xwe sûnd xwariye ku PKK Rêdûr Xelîl revandiye û kes nizane li ku ye.
Li gor diz, tûtinfiroş û parsekên zikak û kolanên bajarê Qamişlo dibêjin, ji ber ku Rêdûr Xelîl ne wek PKK û PYD difikirî hatiye revandin.
Û hinek jî dibêjin: “ Rêdûr Xelîl Barzanîcî bû û Kurdayetî dikir, bi daxuyanîyên xwe ji alî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ve dihat hezkirin û evê yekê jî PKK û PYD aciz dikir“ filan û fîstan.
Û tew hinek jî dibêjin: „Na na, PKK Rêdûr Xelîl biriye da ku wî jî wek Bahoz Erdal perwerde bike û ji Kurdayetîyê dûr bixe, wî bike dijminê serxwebûnê û tekoÅŸerê xelkên qûnbigû“ û wekî din.
Lê bi giranî li ser revandina Rêdûr Xelîl tê sekinandin. Ji ber go Rêdûr Xelîl demên bihurî erza Serokê PYD Salih Mislim ÅŸikenandibû û gotibû: „Salih Mislim nikare li ser navê YPG biaxive“. Û carekê jî gotibû „Heke mîlîsên Şîe êrîşî Kurdistanê bikin, emê temamê hêza xwe têxin bin fermana Barzanî“.
Werhasilî kelam, dibêjin PKK lotikvanekî bi navê Nûrî Mihemed anîye şûna Rêdûr Xelîl û kiriye berdevkê YPG. Nûrî Mihemed jî yek ji wan kesan e ku dijminatîya ENKS dikir û endamên wê didan girtin.
Îcar birastî ez jî meraq dikim babam:
Rêdûr Xelîl li ku ye, bi ku de çû, bi ku de birin?
QamiÅŸlo
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş