Xwe belasebeb aciz nekin û nekevin nav xewn û xeyalan.
Doh jî quzê kerê du perçe bû, îro jî du perçe ye û heger qesab mesabek li ser quzê wê kerê operasyoneke cerahî merahî neke, wê sibê jî ew quz du perçe be.
Wek ku dengê we tê min!


Çi?
We got Kurdistan?
Heger quzê kerê bibe çar perçe jî, hûn ê Kurdistanê yekperçe nebînin..
Rewşa Kurdistanê ji rewşa kerê girantir û xerabtir e.
Û nebûna Kurdistanê dikin sûcê ker meran hin xwenenasên xwelîser.
Qet nebe ker asîmle nebûne û her bi zimanê xwe dizirin.
Lê hûn?
Îja „Hûn“ kî ne, nuha hûn ji xwe re dibêjin.
Ew hûn ji Hûnan jî hûntir in, hûn bawer bikin.
Di hindirê wî „hûn“î de, têkçûn heye, jixwedûrketin heye, xwebiçûkdîtin heye, mirîdîtî heye, berjewendperestî heye, xweperestî heye kesayeteke kurmî heye, helwesteke qirêj û gemarî heye.
Me qala quzê kerê dikir, bê em hatin di kîjan qonaxê re derketin.
La hewle wela!
Ez kîrê Fexriyê Gavan di quzê kerê kim!
Û ez ê şîretekê li we bikim.
Berê, wexta mezinekî me şîretek li me bikira û me bi ya wî nekira, dogot, „Ev jî şîreta kîrê kerê bû“ yan jî „Şîreta kîrê kûçik bû!“ baş nehat bîra min, lê ne mesele ye, ji ber ku di her duyan de jî kîr heye.
De îja nizanim ka xwe dikirin „Kîr“ an em dibûn „Kîr“ kîr zane.
Ez vegerim hevoka xwe ya serî.
Biborin. Ji peyva „serî“ bila tişt neyê ber dilê we.
Min xwest bibêjim, destpêk yanî. Erê, min di serî anku di destpêkê de gotibû, „Xwe belasebeb aciz nekin û nekevin pêy xewn û xeyalan.“
Ne dagirker ji ser axa we vedikişin û welatê we ji we re dihêlin, ne jî ew serok merokên we yên hûn bi serê wan sûnd dixwin dev ji xewn û xeyalên xwe berdidin û dikevin pêy xewn û xeyalên we.
Loma jî, serê xwe deynin ser sînga Kurdiyê û çavên xwe bigirin; di xewn û xeyalên xwe de welatekî ava bikin.
Kî zane?
Belkî rojekê ew xewn û xeyal veguherin rastiyê.

About The Author