Ji bo riza xwedê êrîşî mêrik kirin


Erê li Tirkiyê gelek tiştên nexweş çêdibin jî, lê carna tiştên xweş jî çêdibin. Civak jihevdeketî ye, mejî bûye şorbe, terîqet, merîqet, ol, xwedê û pêxember, herkes bi haweyekî karê xwe dimeşîne û bi qulopilo jiyana xwe dijî. Hinek older in, hinek tarikselat in, hinek diz û tecawizcî û gelek jî diz û gendel in. Lê herkes li ser navê xwedê û pêxember û ola îslamê bazirganîya xwe dike û dewlemend dibe. Hinek Kemalîstên kesk in, hinek Kemalîstên sor in, gelek mirîdên wî, hindik jî neyarên wî ne.

Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê xal û xwarzêya xwe ya jin bi biviran êrîşî peykerê Ataturk kirin û tir jê berdan. Piştî êrîşê her du hatin binçavkirin û berê xwe dan hepsê.

Êrîşkara jin Zeynep A di bersiva rojnamevanan de bi dilekî rehet got: “Min ev ji bo xêr û riza xwedê kir”.

Xalê wê Yaşar K jî anî zimên ku “ew qet ne poşman e û xwedê bê erê carek din ewê bi ser wî de bimîze jî“.

Bûyer li Kayserî, navçeya Kocasinanê, li Meydana Cumhuriyetê pêk hat. Piştî girtina wan, polîsan dît ku Yaşar K û Zeynep A di êrîşê de 13 derbên bivir li Ataturk xistine. Yanî 13 qul di laşê wî de vekirine.

Ê de xwedê xêra wan qebûl bike rebbî….

Wan ji bo xêr û riza xwedê êrîşî mêrik kir, emê jî ji bo xêr û riza xwedê dua ji wan re bikin..

About The Author