Kaynarca lotikek qerase avêt

Lîztikvanê Tirk Oktay Kaynarca lotikek qerase avêt û di dawîya emrê xwe de navek bi dû xwe xist.

Kaynarca yê ku di fîlmên wek Eşkiya Dunyaya Hukumdar Olmaz û di gelek fîlmên mafyayî de serlîztikvanî kiriye û lîztikvanekî zîrek e, tifa xwe nealast û li gotinên xwe xwedî derket.

Kaynarca di 3ê Gulanê Roja Tirkperestan de ji alî komek netewperestên Tirk ve Xelata Gurê Boz ê Zêrîn wergirt. Piştre kaynarca axivî û got: “Ez ji Tirkiyê me, lê Tirk im. Herkes ne mecbûr e li Tirkiyê bibe Tirk“.

Gotinên Kaynarca li qûna Tirkperest û netewperestên Tirk zor hat û ew aciz kirin. Koma ku xelat dabû Kaynarca tifa xwe alast û xelata xwe paş de xwest.

Li ser vê yekê, Kaynarca ji gotinên xwe poşman nebû, da bin dûvê nîjadperestên Tirk, li gotinên xwe xwedî derket û got: „Gotina ez ji Tirkiyê me tê wateya ‚Ez zarokê vî welatî me‘. Ne hewce ye ku herkes Tirk be, wek şexs ez Tirkekî ji Tirkiyê me, divê herkes wêribe bêje ez ji Tirkiyê me, zarokê vî welatî me. Li Tirkiyê pêwîst nake herkes Tirk be. Kî gotinên min qebûl neke ji vî ve“ û pê de çû.

Werhasilî kelam, dibêjin gava mirina gêrikê (mûrîyê tê per û baskên wê çêdibin. Lîztikvan, stranbêj, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Tirk jî heta xort in û tir di wan de heye behsa tiştekî nakin, xwe kerr û kor û lal dikin. Piştî ku yextîyar dibin û tir di wan de namîne îcar xwe li rastîyê dikin xwedî û çend fîşekan berdidin.

About The Author