Mazlûmê me lotikek Erebkî avêt

Bavê Cengo

Wek hûn zanin, li Tirkîyê bajarê Kayserîyê ji ber hinek mahne û sedeman Romîyên hov êsîşî hemwelatîyên Sşrîyê kirin, mal û trilbêlên wan şewitandin û ev yek li hinek bajarên din jî belav bû. Li hember vê yekê, li Sûrîyê jî hinek grûpên çekdar êrîşî kemyonên Tirk kirin, ew û alên Tirkîyê şewitandin û mesele bû wek şorpa nîskê.

Axir…

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), pismamê me Mazlûm Kobanî (Ebdî) têkildarî bûyerên li bajarên wek Bab, Cerablûs, Idlib û Efrînê peyamek par ve kir.

Pismamê me Kobanî bi rêya X ê daxuyaniyek xerase da û ev gotin bi kar anî:

“Tevgera Sûrîyeyî yên li herêmên dagirkirî nîşan dide ku em çiqasî ji hev cuda bin jî, rûmeta netewî û serxwebûnê xalên sereke ne ku me dike yek.

Em êrîşên li dijî gelê Sûrîyeyê yên li Kayseriya Tirkîyê şermezar dikin û banga paraztina can û rûmeta wan dikin.

Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne; Niha em bixêrhatina her welatparêzekî Sûrî dikin ku destê xwe dirêjî hemû gelê Sûrîyê bikin da ku welat û gelê xwe rizgar bikin“.

Ê başe ezbenî, ji alîyekî tu destê xwe dirêjî Erebên qûnreş dikî, ji alîyê din endamên we êrîşî ofîsên ENKS dikin, destê bratîyê dirêjî brayên xwe yên Kurd nakin û wan wek dijmin û neyar dibînin. Ma îcar ev bû kezebo? Ma bratîya Kurdan ferz e, yan bratîya Erebên bêderpî?

Êêêê, taktîk e heval taktîk!

Qamişlo

About The Author