Xwezî em jî wek wan bûna

Nûrî çelîk

Kurd tucarî nebûne netewperest û nîjadperest. Nebûne dijminê dijminê xwe, her tim bi hestên mirovperwerî û humenîstî nêzîkî dijminên xwe doza xwe bûne. Ji ber vê jî bi ser neketine û nakevin jî. Milletê ku bindest be, welatê wî parçekirî be û negihabe zanîna rastîya xwe, jê re ehmeq, nezan, yan jî heşîm tê gotin. Milletê ku li hember dagîrkerên xwe keç û jinên wî ne jîjadperest bin, milletê ku li hember dagîrkerên xwe xort û mêrên wî ne netewperest bin, serketina wî milletî zehmet û têkçûna wî jî pir hêsan e.

Tirk di mesela netewperestî û nîjadperestîyê de ji asta Hîtler û Mussolînî derbas bûne. Ji zarok û keç û xortên wan bigirin, heta bi jin, mêr û pîr û kalên wan netewperestî û nîjadperestîya Tirkîtîyê dikin. Ji îslamîst û misilmanên wan bigrin heta bi çep û komunîstên wan, ji dezgehên wan ên sivîl bigirin heta bi dezgehên fûtbol û sînemayê, hemû di mijara Tirkayetîyê de netewperest û nîjadperestîyê dikin. Ev yek wan xurttir dike, bihêztir dike, bi hemû îdeolojîyên xwe wan li hev dipêçe, wan tîne ser hev û wan dike millet.

Em Kurd di vî warî de sist in, pûç in, bikêrnehatî, tirsonek, newêrek, bizdonek, xemsar, jihevdeketî û xwedîyê hemû xisûsîyet û nirxên neyînî û negatîf in. Tenê em di yek tiştî de jêhatî û zîrek in, ew jî; neyartîya xwe bi xwe, neyartîya qewmîyeta xwe, neyartîya çand û zimanê xwe û neyartîya nirxên xwe yên pîroz in. Netewperestî û nîjadperestîya ku di nav her millet û dewletan de heye, di nav me de çênebûye, çênabe û sedema wê jî kes nizane. Halbûkî wek her millet û dewletê, netewperestî û nîjadperestî mafê me ye jî, hem mafê me ye, hem jî wek millet azadî û rizgarîya me jî pê ve girêdayî ye. Lê mixabin nabe. Ne keç û jinên me dibin nîjadperest û ne jî xort û mêrên me dibin netewperest.

Axir…

Mesela me li ser tîma Fûtbola Tirkan bû.

Wek hûn zanin di 02.07.2024an de pêşbirka fûtbolê di navbera tîma Tirkîyê û Awûstûryayê de çêbû. Tirk bi alên xwe, bi slogan û dûrişmeyên xwe yên nîjadperestî li tribune kom bûn û tîma Tirkîyê jî bi tîşortên bi ala Tirkîyê daketin holê. Yanî, ji her deverê wan Tirkayetî û nîjadperestî difûrîya. Di encamê de tîma Awûstûryayê wek ku lîztikê diyarî û pêşkêşî Tirkan bike di dewra pêşîn de li ber xwe neda, bi xwe de rît û di encamê de tîma Tirkîyê 2-1 zora Awûstûryayê bir. Evê yekê hesten nîjadperestîyê di hiş û bedena Tirkan de xurttir kir, Tirk hartir bûn û zêdetir bi Tirkbûna xwe ve hatin girêdan. Tu tîmên fûtbolê yên milletên din wek Tirkan di fûtbolê de nîjadperestîyê nakin. Fûtbol lîztikek dostanîyê ye, çandî û werzîşî ye, yanî spor e û nabe ji siyaset û nîjadperestîyê re bibe hacet. Lê Tirk vê yekê dikin. Wek di her warî de dikin, di spor, sînema, muzîk û di her beşên çand û kulturê de jî nîjadperestîyê dikin. Bi vî awayî ji piçûkanîyê de zarokên xwe bi nîjadperestî mezin dikin, tovên nîjadperestîyê di hest û mejîyê wan di diçînin û nasnameya Tirkîtîyê bi wan nadin jibîrkirin.

Li gor min ji bo hebûna xwe biparêzin, ji bo yekîtî û hevparîya xwe biparêzin tiştekî baş dikin. Bi ser ku nîjadperestîya welatên serdest wek faşîzm bê dîtin û faşîzm bi xwe be jî, ez bi xwe ji wan dihesidim û dibêjim “xwezî em Kurd jî wek wan netewperest û nîjadperest bûna” û “ew hest û hişmendî“ bi me re jî hebûya, çêbibûya. Lê mixabin heta îro nebûye û ji îro û pêde jî zehmet e çêbibe.

M.Mistefa Barzanî belasebeb nedigot “heçê ruhê netewî pê re çênebe wê rojekê xiyanetê li milletê xwe bike“.

Îro piranîya me Kurdan, ji Kurdên seranserê cîhanê bigirin heta bi 4 parçeyan, bi hest û helwest, bi fikir û hişmendîya xwe, me daye ser şopa xiyanetê. Em ji ziman, nirx û pîrozîyên xwe dûr ketine, dûr dikevin, li qewmîyeta xwe xwedî dernakevin, xizmet û evîndarîya nirxên neyarên xwe dikin, dijminatîya hev dikin, ji hev hez nakin, ji hev dihesidin, lingên hev dişemitînin, û bi dehan nebaşîyên din.

Ev ne nîşanên xiyanetê bin naxwe çi ne? Çawa ku namûs ne tenê parçeyek goşt be, xiyanet jî ne tenê xiyaneta bi welêt û millet re ye. Dijderketin, xwejibîrkirin, xweînkarkirin û binpêkirina her nirxên ku asasê milletbûn û dewletbûnê ne, xiyanet e.

Bi kurt û Kurmancî; xwezî bi netewperestî û nîjadperestîya Tirkan û ne bi xiyaneta me Kurdan û hûn sax….

Rojevakurd

About The Author