Koçberên rêya mirinê. Xeyalên mezin, mirina bi saxî

Nûrî Çelîk

Em Kurd koçberên rêya mirinê ne. Hinek bi dilxwazî, hinek ji neçarî, hinek jî dibin pêlîstokên xelkê û terka welatê xwe dikin û didin ser rêya mirinê, mirina bi saxî.

Kûrdên ne siyasî ji ber rewşa aborî û qezenckirina çend diravan di salên 60î de dest bi koçberîyê kirin û hatin Ewrûpayê. Siyasîyên me piştî 80î ji ber girtin û kujtina xwe revîyan û hatin li Ewropayê bûn koçber. Di koçberî û penaberîyê de sedemek hebû, kesî bi dilxwazî terka axa xwe, welat û xwedîyên xwe nekir. Şert û şirût gelek caran meriv neçarî koçberîyê dike.

Îro koçberî, terka welêt, ji hed û hesab, ji sedem û armanca xwe derketiye û bûye wek mode û pêla bayekî nû. Heçê ber xwe dibîne, heçê parçek erdê wî, çend kulekên wî (pezên wî) hebin û bifroşe berê xwe dide Ewropayê. Yên derfetên wan tunebin jî ji vir û wir peran deyn dikin, bi xeyalên mezin terka welatê xwe, terka xwedî û merivên xwe dikin û xwe davêjin tor û bextê dewletên Ewropayê. Lê nizanin ku kefenê mirina bi saxî li xwe dikin û hem ji dêrê dibin, hem ji mizgeftê.

Rêya koçberîyê wek derbasbûna Pira Siratê ye. Dirêj e, teng û zirav e, hinek jê dikevin, hinek bi rê de diteqinin, hinek cane xwe ji dest didin û heger qird û şans hebe hinek jî jê derbas dibin û xwe digihînin alîyê din. Heta niha di rêya koçberîyê de belkî bi sed û hezaran Kurd mirine. Mêr, jin û zarok, bêyî ku li mirinê bifikirin li pey payê xewn û xeyalên xwe dikevin û bi hêvîya jiyanek azad û xweştir xwe li nav mayînan dixin. Hinek di sînoran de, hinek di behr û okyanûsan de, hinek ji ber sermê û hinek jî li çolên Afrîkayê ji tî û birçîna dimirin.

Wê rojê cendekên 12 koçberên ji Rojava û Sûriyê li çolên Cezayîrê hatin dîtin.Wan dixwest di ser Cezayîrê re biçin Ewropayê lê nebû qismet. Li çolên Cezayîrê asê man û ji tîna mirin. Xwedê zane bê di derya û okyanûsan de, bi noqbûna bot û keştîyan çend Kurd mirine. Heger dewleta wan hebûya û di jiyanek xweş û azad de bijîyana, gelo wê mirin bidana ber cave xwe nizanim. Lê ez zanim ku tu kes bi kêfxweşî mirinê xwe û zarokên xwe nade ber çavên xwe. Çavên bêdewletîyê kor be! Belkî jî em bêjin “Çavên partî û desthilatdarên me kor be rasttir e”. Ji ber heger partî û desthilatdarên me nakokîyên xwe yên navxweyî çareser kiribûna, heger hêvîyek dabûna xort û ciwanên me, heger pêşerojek ji wan re amade kiribûna, belkî ew jî bi rehetî nerevîyana û terka welatê xwe nekiribûna. Ev sedemek e. Sedema duyem jî plan û projeyên dewletên dagîrker û valakirina Kurdistanê ye.

Li bakur xort û ciwan neman, nehiştin. Dewlet bi rêya sazî, bazirgan û taşeronên xwe Kurdistan ji xort û ciwanan vala kirin, vala dikin û bi çîrokên jiyanek xweştir berê wan dide Ewropayê. Bi vê yekê hem Kurdistanê vala dikin, hem xort û ciwavên Kurd ji doza Kurdayetîyê dûr dixin, hem bi rêya bazirganên xwe têra xwe pereyan qezenc dikin û hem jî dibin sersebebê mirina bi sedan xort û malbatên Kurd. Ev hemû li dewletên dagîrker û taşeronên wan re kar û ji Kurdan re jî xisar e, mirin e. Bi vê plan û projeyê hem Kurdistanê vala dikin, hem jî demografîya wê diguherin û li şûna Kurdan koçberên Ereb, Afgan, Tacik û Balkanîyan li Kurdistanê bi cîh dikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman plan û proje ye. Kurd ji Kurdistanê tên derxistin, li şûna wan Ereb tên bi cîh kirin û bi Kembera Erebî ya duyemîn Kurd û zimanê Kurdî winda dibin û demografîya Rojavayê Kurdistanê tê guhertin. Û xuyaye li Başûrê Kurdistanê jî heman lîztik, heman dek û dolab û heman plan û proje di rojevê de ne. Başûra ku nîvdewlet e, federasyon e, xwedîyê artêş û hikûmetekê ye, nikare yan naxwaze rê li ber koça xort û ciwanan bigire. Xort ji hikûmeta xwe, ji partîyên xwe, ji welatê xwe yê azad direvin, dixwazin birevin, xwe li welatê xwe ewle nabînin û pêşeroja xwe tê de nabînin. Nakokîyên partîtîyê, berjewendîyên eşîrtî û malbatîyê, gendelî û gelek sedemên din Kurdistanê, yanî welatê wan li ber çavên wan reş dike û çareserîyê di koçberî û penaberîyê de dibînin. Berdêla wê mirin be jî, bi hêvî û xewnên jiyanek xweştir terka welatê xwe dikin.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Silêmanîyê bi hemwelatîyan re civîya û bersiva pirsên wan da. Yek ji pirsên sereke jî koçberîya xort û ciwanên Kurd bû.

Barzanî di axavtina xwe de bang li ciwanên Kurd kir: “Kurdistan xweştir û şîrîntir e, Kurdistan dikare xortên xwe zêdetir biparêze“.

Helbet rast e, Kurdistan xweştir û şîrîntir e, divê xweştir û şîrîntir be. Lê ku Kurdistana ku xort xwe tê de ewle û misoger nebînin, kes guh nade xweşbûn û şîrînbûnê. Carna ji meriv re şorahî û tehlî ji şekir şîrîntir dibe. Ji bo Kurdistan ji xortan re xweştir û şîrîntir bibe divê derfetên wê xweşbûn û şîrînbûnê jî bên afirandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tiştekî balkêş destnîşan kir û got: “Berî her tiştî ez difikirim ku sûcdarên yekem qaçaxçî û karsazên siyasî ne, ew ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî jiyana welatîyan vediguherînin kelûpelan. Ji ber ku xort bi propagandayên siyasî û neyînî yên wek “Ji welatê xwe hez nekin, li vir nemînin” rastî êrîşan tên û jiyanek nerast nîşanî wan didin. Di vê rêyê de gelek pere ji wan tê standin, rastî gelek metirsîyan tên, gelek ji wan nikarin xwe bigihînin cihê xwe û di nîvê rê de jiyana xwe ji dest didin. Yên ku xwe bigihînin wir jî poşman dibin an jî rastî jiyanek ku jê poşman bibin tên û dixwazin paşde vegerin“.

Di gotinên Barzanî de jî dixuye ku qaçaxçî û bazirganên siyasî xizmetê ji plan û proje û ji siyaseta dagîrkeran re dikin, Kurdistanê ji xortan vala dikin û bi vê yekê re rê ji guhertina demografîya Kurdistanê re vedikin. Xort û ciwan pêşeroja millet û welatekî ne. Xwedîyên siberojê ne. Heger te Kurdistan ji wan xalî û vala kir, tu wateya hebûna te namîne, wê stûna te û destkevtinên te biheje û biherife.

Nivîs dirêj bû dizanim. Gotin gotinê tîne û pirsgirêkên me Kurdan jî mixabin bi çend gotinan naqedin. Divê em tu carî ji bîr nekin ku, xort û ciwan dewlemendî, hêz û hêvîya herî girîng a welatekî ne. Di rûmeta neteweyekî de faktora herî girîng ciwan in. Ciwan hêmana herî girîng a civakê ne. Amûr, perwerde û hîndekarîya ciwanan beşek mezin ji jiyana civakî pêk tîne û ji bo aramîya civakê xwedîyê girîngîyek mezin in. Ji bo Kurdistan ji ciwanan xalî nebe çi pêwîst be divê ew bê kirin….

About The Author