Serok ne bes bû îcar hevserok jî çêbû

Piştî ku Bafilê me lotikek qerase li Lahor Talabanî xist û tir jê berda, bû serokê YNK û mêrê bi sed mêrî. Me digot qet wê Bafil Talabanî wek serok bimîne û tu hevserokan ji xwe re nake şirîk. Lê derket holê ku qûnreşekî Heşdî Şeibî bûye hevserokê YNK û daye lotikan.

Serokê Tevgera Babilyon Reyan Keldanî, ku beşek ji Heşdî Şeibî ye, ji çapemenîyê re da lotikan, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: „Bi allahwekîl ez xwe wek hevserokê YNKê dibînim“.

Serokê Tevgera Babil Reyan Keldanî ragihand ku ew li Kerkûk û Nînowayê bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re di nava hevpeymanîyê de ne û ew xwe wek hevserok dibînin.

Reyan Keldanî tekezî kir ku ew xwe wek hevserokê YNKê dibîne û got: „Em Bafil Talebanî wek hevserokê Tevgera Babil û Partîya El Hawîye Watanîye qebûl dikin„.

Erêêê erê…..

Wek tê zanîn, YNK di Civata parêzgeha Nînowayê (Mûsilê) de fraksiyana xwe tuneye. 2 kursîyên wê bûn, ew jî radestî Reyan Keldanî kirin û rûn li ser nanê Heşdî Şeîbî û melayên Tehranê kir. Li Kerkûkê çi tirşik belav kir, li Nînowayê jî heman tirşik xwar û 2 kursîyên xwe dan Reyan Keldanî, dan Heşdî Şeibî.

Werhasilî kelam, em hevserokatîya Reyan Keldanî û Bafil Talabanî, hevserokatîya YNK û Heşdî Şeibî pîroz dikin. Zewaca wan li ser xêrê be û xwedê miradê wan bi hev bike..

Kerkûk

About The Author