Dîko ji mirinê filitî

Kevîn Kurdson

Pêşbirk û berberîya serokatîyê ya di navbera Donald Trump (Dîko) û Joe Bîden (Eloko) de berdewam e. Her du jihevdeketî jî dixwazin bibin serokê Amerîka û Dinyayê û lotikên li gor xwe bavêjin.
Dîko, ango Donald Trump, li eyaleya Pennsylvania rastî êrîşek çekdarî hat, fîşek di ber guhê wî re firiya û zingînî bi guhî wî xist. Dîkê me bi tir û fisekê ji mirinê xelas bû û soz da ku ewê mirîşkekê bike sedqe.

Dîko û partîya wî ya Komarparêz sûîkastê dixin stuyê Eloko, Eloko jî bi şeş telaqan sûnd dixwe ku wî nedaye kirin. Tew Romîyên çeqilmast sûîkast xist stuyê PKK û xwest Kurdan pê sûcdar bike. Lê piştî ku êrîşkar eşkere bû û derket holê ku kesekî bi navê Thomas Matthew Crooks ê 20 salî ye, plana Romîyan neçû serî û heta bi qurmik pê girtin. Di kujtina Serokzewîrê Swêdê Olof Palme (1986) de jî heman tirşik xwaribûn û dixwestin kujtina Palme

Werhasilî kelam, dîkê me vê carê ji mirinê xelas bû. Provokasyon e, senaryo ye, yan plan û projeyek veşartî ye nizanim. Lê ez zanim ku Romî ne dûrî vê projeyê ne û bi sûîkasta Dîko dixwazin Amerîkayê ji Rojava û YPG dûr bixin wesselam..

Waşîngton

About The Author