Ji bo jiyanek tendurist, PÛNG

Gelek caran em dermanên hem kevneşopî û hem jî dermanên nûjen bi kar tînin. Bi pêşketina teknolojîyê û zêdebûna nifûsa cîhanê, her ku diçe xwarin û vexwarinên xwezayî kêm dibin û li şûna wan xwarin û vexwarinên çêkirî û bi hormon zêdetir dibin. Ev yek hem zirarê dide xweza û ekolojiyê, hem zirarê dide oksîjen û hewa pakij û hem jî jiyana mirovan dixe xeterê û nexweşiyan zêdetir dike.

Di tenduristî û xwarina insên de bandor û rola nebat, fêkî û hêşînahiyên xwezayî pir e. Bi taybet nebat û baharat di tenduristiya mirovan de rol û bandorek sereke dilîzin. Yek ji wan nebatên ku herî zêde ji bo insên û tenduristiya insên baş û fêdekar e, pûng e.

Wek tê zanîn, piraniya derman û antîbîotîkan ji pincar, nebat û baharatan çêdibin. Pûnd di dermansaziyê de nebatek sereke ye. Hem wek pincar, hem wek baharata hişkkirî û hem jî wek rûn, xizmetek mezin ji tenduristiya insên re dike.

Rûnê pûngê hilberek xwezayî ye ku gelek fêdeyên mezin li tenduristiyê dike.

BAKTERÎ Û BELALÛKAN DIKUJE

Rûnê pûngê xwedan taybetmendiyên antîmîkrobîk ên bihêz e. Pêkhateyên ku tê de hene, wek carvacrol û thymol, dikarin li ser bakterî, vîrus û belalûkan bi bandor bin. Ji ber vê yekê, rûnê pûngê dikare wek alternatîfek xwezayî li dijî edab û enfeksiyonan bê bikaranîn.

BANDORÊN ANTIOKSÎDANT DIDE

Pûng û rûnê pûngê hejmarên bilind ên antîoksîdan dihewîne. Pûng pêvajoya pîrbûnê kêmtir dike û rê li ber xetera nexweşiyên kronîk digire.

TENDURISTIYA RÛVÎKAN BAŞ Û XAZÊ KÊM DIKE

Rûnê pûngê tenduristiya pergala bedenê saxlem dike, dikare mêzîna bedenê li hev ragire û pirsgirêkên lebat û gazê ji holê rake.

NAVÇÛNÊ KÊM DIKE

Ew xwediyê taybetmendiyên dijî-înflamatuar e.Ev taybetmendî dibin alîkar ku êşa movik, êşa masûlkan û rewşên din ên înflamatuar kêm bibin.

ZEKEM, SÎNÛZÎT Û BRONŞÎTÊ KÊM DIKE

Pûng û rûnê pûngê dikare bibe alîkar ku nîşanên şert û mercên nefesê yên wek zekem, serma, grîp, bronşît û sinusîtê kêm bike. Dema ku bi navgîniya hilmê ve tê bikar anîn, ew dikare tevliheviyê kêm bike û dan û stendina bêhn û nefesê pêş ve bixe.

ÇERM SAXLEM DIKE

Ji bo tenduristiya çerm jî bi kêr e. Ew dikare li dijî pirsgirêkên çerm ên wek pizik, egzema û enfeksiyonên çerm bi bandor be. Bi saya taybetmendiyên xwe yên antîseptîk, ew dikare pêşî li enfeksiyonên çerm bigire û pêvajoya başbûnê zûtir bike.

SERÊŞÎ Û MÎGRENÊ KÊM DIKE

Pûng û rûnê pûnga ku wek mûcîze tê binavkirin, di heman demê de dikare ji bo armancên wek sivikkirina serêşê û sivikkirina êrişên mîgrenê jî bê bikaranîn. Ji bo mîgrenê di nav çareseriyên herî xwezayî de ye.

KOLESTEROLÊ KÊM DIKE

Hêmana carvacrol a ku di rûnê pûngê de ye, dema ku bi rêkûpêk tê bikar anîn, di kêmkirina asta kolesterolê de jî bi bandor e. Bi vî awayî, mirov dikare bêje ku ew tenduristiya dil diparêze û asta kolesterola xirab hevseng dike.

About The Author