Wî jî pê girt, ew jî pûç deket

Kevîn Kurdson

Serokê Amerîkayê Joe Bîden ragihand ku xwe ji namzediya hilbijartinên Amerîkayê vekişandiye. Bîdenê ku nikarîbû li ser lingên xwe bisekine û zimanê wî li hev daliqî, li qûnê rûnişt û dev ji namzedîya serokatîyê berda.

Joe Bîden ê perixî û jihevdeketî, rojekê tenê jî behsa heq û hiqûqê Kurdan neki û li gotinên xwe xwedî derneket. Bîden berî çend salan ji Mesûd Barzanî re gotibû „heger em man sax emê Kurdistanek serbixwe bibînin“ û tir û fisek kiribû. Lê oxlim piştî bû serokê dinyayê gotinên xwe ji bîr kirin û Kurd nehatin bîra wî.

Heta îro tu xêr û bereket ji demokrat û çepan negihaye Kurdan. Heger ne ji Buşh ê Komarparêz bûya, belkî îro Saddam li dinyê bûya û Kurd jî ne xwedîyê federasyonê bûna. Xêra ku Komarparêz û rastgiran bi Kurdan kiriye ne demokratan û ne jî çep û komûnîsyan bi Kurdan nekiriye.

Axir, baş bû go perixî û virekê Bîden xwe ji namzedîya serokatîya Amerîkayê kişand. Belkî dînekî wek Dîko Trump bibe serok û bi xêra wî peşk li Kurdan jî bikevin wesselam…

Waşîngton

About The Author