PKK, PDK û girêka kor – 2

Nûrî Çelîk

Wek min di nivîsa xwe ya berê de jî gotibû, gazind ji PKK nabe. PKK rêyek daye ber xwe û ji qewla Ocalan ve, taşeronîyê dike. Tu armanca wê ya ku Kurdistanekê damezirîne yan ji bo guhertina sînorên dewletên dagîrker şer bike, tuneye. Van gotinan ne ez dibêjim, ew bi xwe di medya xwe de dibêjin û dinivîsin. Ji xwe pratîka wan jî gotinên wan dupat dike û disepîne. Partî, siyasetmedar û kesên ku li dijî PKK ne û qaşo xwe wek netewparêz û netewperwer dibînin, 40 sal in li ser PKK û Ocalan dinivîsin. 40 sal in reklama PKK dikin. Heta îro di vê helwesta xwe de bi ser neketine û li dijî PKK kevirek jî dananîne ser kevirekî. Tew ji xwe PKK ne hesabê wan dike, ne jî bi qasî pîvazekê qedir û qîmetê dide wan. PKK di xeta xwe de, di plan û projeyên xwe de bi îstîqrar e, erk û mîsyona xwe tîne cîh û çi stratejî danîbe pêşîya xwe dide dû wê. Lê ewên ku 40 sal in bi dijayetîya PKK û hevalbendîya PDK qaşo siyasetê dikin, ji reklama PKK û bi vê ve girêdayî ji xizmeta PKK pê ve tiştek din nekirine. Ji stratejî, ji plan û projeyên pêşerojê, ji mîsyon û erkên ku divê pê rabin dûr in. Bi siyasetek rojane ketine ber bayê siyaseta dewlet, PKK û PDK û bêyî ku xêr û xizmetek berbiçav bikin, temenê xwe badilhewa derbas kirin, derbas dikin. Sermaya wan dijminatîya PKK û şelafîya PDK ye. Heke herdu ji destê wan derkevin, tu tiştekî ku karibin xwe pê mijûl bikin û pê siyasetê bikin, namîne. Mixabin…..

PKK çi li bakur û çi jî li parçeyên din ên Kurdistanê be, çi bi partîyên xe yên legal û çi bi yên din be, bi taybet ji dewleta Tirk û artêşa wê re bûye mahne û sedema şerê li dijî Kurd û destkeftîyên Kurdan û her kesê ku dibêje ez Kurd im (çi PKKî û çi ne PKKî be) bi vê tohmetê tê girtin, tê darizandin û tê perçiqandin. Bi xêr û saya PKK artêşa Tirk dikeve parçeyên din ên Kurdistanê û baregehên xwe çêdike û bi xewna berfirehkirina xaka Osmanî û Mîsakî Mîllî şerê xwe didomîne. Esasen her du alî jî, PKK û dewlet jî ji bo heman hedef û armancê têdikoşin. Mîsakî Mîllî! Ango dagîrkirina beşek ji xaka Sûrî û Iraqê (başûr û rojavayê Kurdistanê) û kujtin û bendkirina hest û hişmendîya yekîtî, azadî û serxwebûna her çar parçeyên Kurdistanê. Heger hûn gotin û nivîsên Ocalan hinek rêvebirên PKK bixwînin, hûnê bibînin ku Mîsakî Mîllî sedem û armancak ji yên herdu alîyan (dewlet û PKK) e û yek ji sedema şerê herdu alîyan e. Ango, Mîsakî Mîllî û şerê bi kontrol, şerê bi şêwir û mişêwir, li ser nave Kurdan û bi hesabê tunekirina nirx û destkeftîyên Kurdan.

Li vir her tişt tê fêhmkirin û bahwer bikin ez tu gazindan ji herdu alîyan jî nakim. Ji ber herdu alî jî xwedî prensîp in, xwedî plan û proje ne, xwedî stratejîyek dûvdirêj in. Her çiqasî ev plan û proje, ev hedef û stratejî li ser hesabê tunekirina Kurdan hatibe neqişandin jî, ya girîng hest e, helwest e, plan û proje ne, stratejî û armanc in. Aha girêka ku partîyên derveyî PKK û PDK bi xwe jî nikare veke, di vir de ye. Yanî, gotinên girover û qelew, bê helwestî, bê hişmendî, bêtifaqî, bêyekîtî, bê plan û projeyên saxlem, bê stratejî, hesabên piçûk, partîtî, siyaseta hindik, rindik û siyaseta herêmî (yekparçeyî) girêkên kor in. PDK jî di nav de, partîyên derveyî PKK siyaset û hûnandinek giştî-çarparçeyî nekirine. Xwe di parçeyên xwe de hepis kirine û ji daxwaz û sloganên Kurdistanek yekgirtî û serbixwe dûr xistine. Bi vî rengî hem xwe jar û bi tenê hiştine, hem jî ji hêz û rêxistinek Kurdistanî bêpar mane. Ev yek bûye sedem ku meydan ji PKK û rêxistinên wê re bimîne û di her parçeyî de xwe bihûne. Sedema ku rêxistin û partîyên bakur û rojava jar û têk çûn yek jê ev e. Sedema ku PDK û Barzanî bi tenê man û dor li wan hat pêçan yek jê ev e. Yanî tunebûna siyaset û rêxistinek giştî-Kurdistanî û valahiştina meydanê ye. Bi gotinek din, heger pisîk ne li mal be, mişk Evdirrehman e. PDK bi protokola 1983an (protokola PDK û PKK- Şam) û partîyên bakur jî bi reva 1980î Kurdistan û qadên xebatê ji PKK re hiştin. Partîyên rojava jî heman tişt kirin û dest hilnanîn. Bi vî awayî PKK destê xwe, dirêjî hemû parçeyan kir û xwe tê de hûna.

Şerê ku îro li Başûrê Kurdistanê di navbera PKK û artêşa Tirk de (şerê bi kontrol – Org. Tuncay Kilinç) tê kirin û gav bi gav, meqer bi meqer radestî artêşa Tirk tê kirin, wek min li jor got, beşek ji plan û projeyên Mîsakî Mîllî û pê ve girêdayî têkbirin, jarkirin û tengkirina çembera dora Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet jî lawazkirina hêza PDK û Barzanîyan e. Sedema ku PKK û medya wê ji sibê heta êvarî dijminatî û antîpropaganda PDK û Barzanîyan dike ev e. Hewldana derxistina şerê brakujî (!?) û xwepakkirina PKK ye. PKK a ku li bakur hem xwe û hem jî Kurd têk biriye, bi antipropaganda û dijminatîya PDK û Barzanîyan dixwaze eyb û arên xwe veşêre, xwe di çavê Kurdan de dîsa zindî û şîrîn bike û bigihê armanca xwe ya talî, armanca kujtin û tunekirina xeta serxwebûn û Kurdistanîbûnê. Heta vir dîsa amîn. Lê ya ku em nikarin jê re bêjin amîn bêdengî, bêhelwestî, bêsiyasetî û kerr û lalbûna PDK ye.

PKK, DEM, medya û qelemşûrên wan ketine pêşbirka antiptopaganda û neyartîya PDK û Barzanîyan. Lê ya sosret û girêkek ji girêkên kor bêdengîya PDK û medya PDK ye. Ji ber ku nebûye xwedîyê siyasetek giştî-Kurdistanî û xwe di herêmekê de disitirîne, di medya xwe de jî heman helwestê digire û xwe naparêze, nikare biparêze. Ev yek, PDK û Barzanîyan di çavê Kurdan de zêdetir piçûk dixe, rêza ku ji wan re hihat û tê girtin kêm dike, rûn li ser nanê PKK dike û PKK mafdar derdixe. Em tev dizanin ku PDK û Barzanî nikarin li hember êrîşên artêşa Tirk û ketina wan a başûr derkevin. Em tev dizanin ku biryar biryara Bexdayê ye û tiştek ji destê Kurdan nayê. Lê PDK ne tenê li hember êrîşên artêşa Tirk, li hember tohmet û neyartîya PKK jî bêdeng e û ya ku herî zêde wê û dostên wê jî dêşîne ev e.

Bi ser ku ji alî gelek welatan ve PKK wek rêxistinek terorist tê naskirin jî, PDK heta îro PKK wek rêxistinek terorîst nas nekiriye. Heke PDK PKK wek rêxistinek terorîst nas bikira, mafê wê yê li dijderketin û hetta şerê bi PKK jî çêdibû. Helbet em ne hevalbend û alîgirên şerê brakujîyê ne, lê tiştê ku PKK û medya wê îro dikin, amadekarîya şerê brakujîyê ye. Heger hat û qewimî, wê PDK dîsa bêdeng be yan wê şer bike em nizanin. Lê dibêjin gundê tê dîtin rêber jê re ne lazim e. Ji şerê artêşa Tirk û PKK bêhna şerê brakujîyê tê û wer xuyaye ji kê re xêr be ji PDK û Barzanîyan re ne xêr e. Serê dêr bi gû ye, binê dêr bi gû ye. Tu çiqasî xwe bidî alî jî wê peşk li te bikevin.

Balkêş e, bi qasî PDK û Barzanîyan YNK û Talabanî jî li hember şerê artêşa Tirk û PKK bêdeng in. em nizanin çi têkilî û dan û stendin di navbera YNK û Tirkiyê de hene. Heta niha ji xeynî Şahnaz Îbrahîm Ehmed (xanima serokkomarê Iraqê û xaltîka Bafil û Qubad Talabanî) kesî dengê xwe dernexistiye. Ji alîyekî balafirên artêşa Tirk PKK li Silêmanîyê bombebaran dike, li alîyê din di medya Silêmanî û medya civakî de tê gotin ku YNK bi şertê ku destûra fir û çûn û hatina balafirxaneya Silêmanîyê bê dan bi Tirkiyê re li hev kiriye, ûli Silêmanî û Enqerê 3 civîn bi MÎTê re li dar xistiye. Li gor rêkeftina navbera Tirkiye û YNK, Tirkiye wê di demek nêzîk de 5 hezar leşker bişîne Silêmaniyê da ku li Qendîl, Şarbajêr, Asos, Mawat û Pênciwênê li dijî PKK operasyonên leşkerî pêk bîne. Heger ev angaşt (îddîa) rast bin, ev tê wateya destpêkirina dostanîya YNK û Tirkiyê û şikestina PKK. Na heger ne rast bin, wê peşkên şer li Silêmanî û YNK jî bikevin. Di vê rewşê de YNK û Talabanî wê di navbera Xelo û Celo de bimîne. Yan wê bi Tirkan re şerê PKK bike, yan jî wê bi PKK re şerê Tirkan bike. Gelo wê YNK bêyî biryar û destûra Îranê karibe van herdu helwestan bigire em nizanin. Heger hat û şerê PKK kir, belkî hinek daxwazên xwe bi Tirkiyê bide qebûlkirin û bi vê yekê wê hem destkeftîyên Herêma Kurdistanê lawaz bibin û bi taybet jî wê çembera li dora PDK û Barzanîyan tengtir bibe (hetta belkî tiştek bi navê Herêma Kurdistanê jî nemîne). Na heger bi PKK re şerê Tirkiyê bike, wê ji bin tohmetên “cahş û xwefiroşîyê” derkeve û wê di çavê piranîya Kurdan de bibe leheng, wê pak û rewan bibe.

Werhasilî kelam, mijar ewqasî aloz û tevlihev e ku meriv nikare bi hêsanî ji nav derkeve. Ewrên reş li ser Herêma Kurdistanê digerin, hem jî bablîsok û firtone jî di binê wan ewran de veşartî ne. Îcar ew ewrên reş baranê bi ser Kurdan de dibarîne, berf û teyrokê dibarîne, yan kevir û hêtan dibarîne, xwedê zane.

About The Author