Lahorê me lotikek li Bafil û Qubad xist


Mihemed soran

Başûrê Kurdistanê bûye berdîberdan û her kes hespê xwe li gor berjewendîya malbat û partîya xwe dibezîne. Li jor PDK û Barzanî, li jêr YNK û Talabanî. Berberî û nakokîyên herdu alîyan bûye sedema hêvîşikandin, demoralize û anarşîzmê. Her yek bi sere xwe ikûmetek e, her yek bi seê xwe artêşek e.

Werhasil…

Gelek alî ji ber vê yekê YNK, Bafil û Qubad Talabanî tohmetbar dikin û angaşt (îddîa) dikin ku ew dijberên xwe direvînin, êşkence dikin û dikujin. Ev yek di nava xelkê silêmanî û derûdora wê de bûye cîhî tirs û metirsîyê.

Yekîneya Têkoşîna Dijî Terorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser navê saziyên leşkerî li bajarê Silêmaniyê bûyerên nebaş rû didin û got: “ Welatî derqanûnî tên binçavkirin, revandin, êşkencekirin û kujtin“.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev demek e li Silêmanî û derdora wê bûyerên derqanûnî diqewimin, ew ji wan bûyeran nîgeran in û hat destnîşankirin ku her roj ev bûyer li ser navê saziyên leşkerî û ewlehiyê pêk tên.

Di vê derbarê de mêrê bi sed mêrî, qeraseyê zilaman, xalê me û we Lahor Şêx Cengî, destê xwe li masê xist, bafil û Qubad talabanî da ber lotikên bêîman. Cengî yê ku Bafîl Talebanî mîrkutek li serê wî xistibû û ew ji YNK dûr xistibû, saziya bi navê „Eniya Gel“ damezirand û li ser pirsgirêkên giştî yên li Silêmaniyê daxuyanî da.

Cengî got: „Li tu devera cîhanê hûn nikarin bibin şahidê bûyerên ku li Silêmaniyê diqewimin. Li tu cihekî hêzên leşkerî naçin navenda bajêr, mirovan nagirin û narevînin. Li Silêmaniyê her tişt berovajî diqewime kaka“ û pê de çû.

Cengî, da zanîn ku li gor qanûnê hêzên asayîşê dikarin bi biryarek dadwerî mirovan desteser bikin û got: “Niha li Silêmaniyê tu desthilata asayîş û polîs nemaye. Hêzên komando li navenda bajêr digerin, mirovan binçav dikin, qetil dikin û tirê ji wan berdidin. Bi gora Mam Celal ev yek nayê qebûlkirin”.

Cengî balkişand ser wê yekê ku berpirsê kêşeyên ewlehiyê yên bajêr serkirdeyê YNK Bafil Talebanî ye û got:

“ Bi vî awayî nameşe û ev tir ji herdu brayan re namîne. Van her du brayan (Qubad û Bafil) avahiya saziya girêdayî hikûmetê ya li Silêmaniyê hilweşandin. Kubad û Bafil, ez ji we re dibêjim. Şerm bikin! Ez ji we re dibêjim: We em virikî kirin,ji kiryarên we re êdî bes e!“.

De ya bi xêr…

Silêmanî

About The Author