Amedspor jî beravêtî kirin

Pîrkemal

Milletek bi çand û ziman, bi tore û adet, bi cilû bergên xwe heye, bi wan nirxan tê naskirin. Heger tu bixwazî milletekî asîmîle bikî û ji holê rakî, berî her tiştî divê tu nirxên wî ji holê rakî. Kurd îro di vê pêvajoyê de ne.Dewlet û partîyên wê yên taşeron, hem bi navê xwe û hem jî li ser navê Kurdan gav bi gav van nirxan têk dibin û Kurdan ber bi Tirkbûnê ve, ber bi mirinê ve dibin.

Di spor û werzîşê de jî heman tişt e. Asîmîle û pûçkirina tîmek fûtbolê bi guhertin û bêwatekirina formayên wê dest pê dike. Heger tîma fûtbolê tîmek Kurdî be û bêhna Kurdayetîyê ji nîşan û formayên wê bê, dewlet û taşeronên wê dest daavêjin wê yekê jî û hewl didin wê tîma fûtbolê ji bêhna Kurdayetîyê dûr bixin û wê bikin tîmek Tirk û Tirkayetîyê.

Amedspor di nav Kurdan de bû fenomenek, hezkir û alîgirên wê zêde bûn. Ne ji ber ku tîmek fûtbolê bû, ji ber ku tîmek Kurdî bû, Amedî bû û bêhna Kurdayetîyê jê dihat, Kurd lê xwedî derketin. Ji xwe acizî û neyartîya Tirkan a li hember Amedsporê jî ji ber vê yekê bû. Lê xuyaye xêrnexwaqzan dest avêtiye vê yekê jî û dixwazin hêdî hêdî, bi guhertina reng û formayên Amedsporê wê ji qalibê wê, ji naveroka wê, ji Kurdabûna wê dûr bixin.

Xêrnexwaz û neyarên reng û nirxên Kurdî yên di nava Amedsporê de bi guhertina formayên Amedsporê dest bi neyartîyê kirine. Formayên ku piçekî reng û bêhna Kurdayetîyê ji wan dihat guhertine, diguherin û bi sabûna Tirkan dixwazin wan reng û nirxan biçilmisînin.

Axir, em Kurd misteheqê her gûyî ne, çi bê serê me, çi bînin serê me kêm e û ne zêde ye. Milletekî ku xwe nasnekiribe û nebûbe millet, nebûbe netew, li xwe û xaka xwe xwedî dernekeve, helbet wê cilika bêxîretîyê bikşîne serê xwe û li reng û nirxên xwe jî xwedî dernekeve. Di serî de jî partî û rêxistinên ku bi bêdengî, ji bêhelwestî û bêçalakîya xwe xizmetê ji siyaseta dewletê re dikin.

About The Author