Bakirhan got: Bê Tirkîyeyîbûnê jîyan nabe!

Cemîl Cewher

Dewleta Tirk bi dehê salan hewl da ku Kurdan bi Tirkîyê ve bizeliqînin û di bin sîwana Tirkîyeyî û Tirkayetîyê de Kurdan jî wek milletên din tune û asîmîle bikin, wan ji ruhê Kurdayetî û daxwazên Kurdistanek serbixwe dûr bixin, lê bi ser neketin. Lê heyf û mixabin di van bîst salên dawîyê de tiştê ku dewleta Tirk dixwest û nikarîbû pêk bîne, bi rê, helwest û siyaseta PKK, HADEP û DEM partîyê gav bi gav pêk tê û xwelîya heft gundan li serê Kurdan dikin. Ev qeyûmên ku bi navê Kurdan û li ser ked û xwîna Kurdan lotikên Tirkîyeyî û Tirkayetîyê davêjin,pêl ked û xwîna bi deh hezaran şehîdên Kurd û Kurdistanê dikin û xizmeta siyaseta dewleta Tirk dikin.

Hevserokê Giştî yê DEM partîyê Tuncer Bakirhan, di ‚Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk‘ de li Wanê axivî, da lotikan û got: “ Kurdino, xwelîserno, bi şeş telaqên jinberdanê, bi gora kurê pîrê, Tirkîyeyîbûn rizgariya hemû gelan e“ û mîrkutek qerase li nav serê Kurdan xist.

Xalê we Bakirhan di axavtina xwe de li ser êrîşên ser zimanê Kurdî jî lotikek avêt û got:

„Emê ziman û çanda xwe ji nû ve zindî bikin. Ev yek pir girîng e. Ji bo vê yekê derfetên şaredariyan hene. Divê em çalakî û festîvalên ku wê tevkarîyê li ziman û çanda me bike, li dar bixin. Ziman û çanda xwe biparêzin“ filan û fîstan.

Lotika xalê we Bakirhan a li ser paraztina ziman û çanda Kurdî lotikek xweş û pîroz e, cîhê piştgirî û şanazîyê ye. Lê mesela ku dixwaze Kurdan bike Tirk û bi siyaseta Tirkîyeyîbûnê Kurdan tune û asîmîle bike, dide xuyakirin ku paraztina ziman û çanda Kurdî jî derew e û li dijî hev e.
Tirkîyeyîbûn û paraztina ziman û çanda Kurdî ha!

Kuro xwedêhişto, Tirkîyeyîbûn tê wateya Tirkbûn û Tirkayetîyê, tê wateya asîmîlasyonê, tê wateya têkçûn û windabûna ziman û çanda Kurdî, tê wateya pûçbûn û valakirina hest û hişmendîya Kurd û
Kurdayetîyê, ev çi çîrok û çîvanok in heval!

Na na, sedî sed dîsa taktîk e ha……

Enqere

About The Author