Divê em nebêjin ez û heta mirinê ez

Nûrî Çelîk

Hinek insan û ajal hene stewr in, ango zarok û çêlîk ji wan re çênabin, bêdûnde ne. Darên stewr jî hene. Tu lê dinerî dar spehî ye, bi bejin û bala xwe, bi şax û kat û pelên xwe meriv fedî dike lê binere. Lê ber nade, fêkî nagire, tu dibê qey tenê ji bo ferc û temaşekirinê çêbûye. Aha partîyên me yên Bakurê Kurdistanê (ewên ku şûr simbêlê wan nabire, qaşo Kurd û Kurdistanî ne û li dora xwe padanaj dikin) wek wan darên stewr in. Tenê ji bo ferc û temaşekirinê ne, ketine wî halî. Lê dîsa jî naçin ber mirêkê (neynikê) û li xwe û rewşa xwe nanerin, belkî jî dinerin lê xwe di mirêkê de wek şêran dibînin, rewşa ku Kurdên Bakur tê de ne ji xwe re nakin derd û serêş û ji bo çareserîyekê tu gavan navêjin. Yan naxwazin gavan bavêjin, yan jî ji taqat ketine, newêrin û nikarin.

Min gelek caran li ser vê rewşa malkambax nivîsand û got „xeta xwar ji gayê pîr e“. Ciwange û conegayên berê mîlada xwa dagirtin, pîr û kal bûn, ji taqat ketin û hew karin cot bikin. Hem fîzîkî û hem jî bi hizir û hişmendî hew dikarin ber xwe bibînin û gavan bavêjin. Qesta min ji gavavêtinê helbet tifaq e, ne partîtî ye, hest, helwest û hişmendîyek Kurdistanî ye, yekîtîyek siyasî û netewî ye. Yanî, sazkirina alternatîfê ye.

Mele Saîdê Kurdî (Saîdê Nûrsî) di pêşîya pêşketin û serketina Kurdan de 3 tiştan wek asteng dibîne û 3 tiştan jî wek xalên serketinê pênase dike.

M. Saîdê Kurdî, 1-Feqîrî (hejarî) 2- Nezanî (nexwendin) 3- Dijminatî, nakokî û berberîya navxweyî ji Kurdan re wek dijmin û asteng dibîne.

M. Saîdê Kurdî, 1-Perwerde û xwendin 2- Yekîtî û hişmendî/hezkirina nasnameya netewî 3-Kesayetîya bixwebahwer, kesayetîya ku xwe nespêre kesên din û hêvîya xwe bi yên din ve girênede wek cewher û xalên pêşketin û serketina Kurdan dide pêş.

Û qewîtîya wî ya talî (dawî) jî,

„Xwendin, xwendin, xwendin

Yekîtî, yekîtî, yekîtî „ ye.

Me Kurdan di siyasetê de ji ber nezanî û nexwendinê li ser masê winda kiriye. Û di şer de jî ji ber bêtifaqî û berberîya navxweyî winda kiriye. Kesayetîya bixwebahwer, kesayetîya ku xwe nespêre kesên din û hêvîya xwe bi yên din ve girê nede, asasê xwendin û yekîtîyê ye. Xwendin ne tenê ew tişt e ku meriv li zanîngeh û akademîyan bixwîne û bibe xwedî dîplomayek payebilind. Heger kesên xwenda û xwedî dîploma endamên millet û welatekî bindest û dagîrkirî bin, heger di zanyarîya pirs û pirsgirêkên millet û welatê xwe de bin, tew heger xwe siyasî bibînin û li ser navê milletê xwe doza azadî û serxwebûnê bikin, divê xwendin û dîplomayên xwe têxin bin xizmeta millet û welatê xwe, têxin bin xizmeta yekîtî û nasnameya netewî. Yan na, tu wateya xwendina wan û dîplomayên wan namîne û ji berjewendîya şexsî pê ve tu xêrê li berjewendîyên netewî nake.

Îro li Bakurê Kurdistanê bi giştî rewşa Kurdan û bi taybet jî rewşa rêxistin û partîyên ku xwedêgiravî li ser navê Kurd û Kurdistanê siyasetê dikin li ber çav e, eşkere û zelal e. Kurd bi giştî û partîyên heyî jî bi taybetî têk çûne, li ber sikrata mirinê ne û wek „mirina bi saxî„ dijîn. Hene jî, tunene jî. Ne hene, ne jî tunene. Wek „ez û ez„ hene. wek „hindik û rindik„ hene. Wek „bela piçûk be lê partîya min be„ hene. Lê wek kesayetîyên bixwebahwer, wek kesayetîyên ku xwe nespêrin kesên din, wek xwendayên ku dîplomayên xwe têxin bin xizmet û berjewendîya Kurd û Kurdistanê, tunene. Qesta min ji xizmeta Kurd û Kurdistanê helbet xizmeta tifaq û yekîtîyê ye. Yan na herkesî kêm zêde di kesayetîya xwe û partîya xwe de xizmetek ji millet û welatê xwe re kiriye û dike. Lê bi vê hişmendîya îro, bi vê hest û helwesta îro, bi vê ezezî û partîtîya îro ne Kurd azad dibin, ne jî Kurdistan. Dev ji azadî û serxwebûnê berdin, bi van kadirên ku dubare, sêbare û çarbare partî rêxistin xirab kirine û dîsa ava kirine, bi vanên ku di nav Kurdên Bakur de bûne wek „golikên beş „ û nikarin tu bahwerîyê bidin civaka Kurd, ne gundekî Kurdistanê azad dibe, ne jî muxtarîya gundekî tê qezenc kirin.

Di siyasetê de serkeftin bi pêbahwerîya bi xwe û derdorê, bi hewcedarîya sazîyek siyasî, bi sazîyek çalak û wêrek, sazîyek fedakar, cefakar, xwedîyê plan û projeyên nêzîk û dûr û bi sazîyek ku bersiva daxwazên Kurdan bide pêkan e. Di siyasetê de daxwaz û berjewendîyên herdu alîyan (partî-sazîya nû û civak) hevdu temam dikin. Di siyasetê de pêkhatina nû berhema hewcedarîyê ye. Di siyaset û partîtîya 40-45 salî de civaka Kurd bi tenê hat û hatiye hiştin. Ji bo hûn vê civaka ku bi dehê salan bi tenê hatiye hiştin, ber bi wêranbûnê ve çûye, dengê wê hatiye birîn, bi kesayetîya wê hatiye lîztin, tê asîmîlekirin, daxwazên wê hatine û tên binpêkirin, êş û cefayek mezin kişandiye, bê qeyd û şert sazîyek nû şert e. Tevger an partîyek nû û yekgirtî, partîyek bixwebahwer, bi kadirên pak û ciwan, bi kadirên têgihiştî, xwenda, payedar, pispor, civakî û civaknas, rêberên qeneetê û kesayetên ku di nav civakê de hezkirin û giranîyek wan hebe, pêwîst e. Sazî yan partîyek ku hemû beşên civakê karibin xwe û berjewendîyên xwe tê de bibînin, şert e. Êdî bi siyaset û çîrokên dema şerê sar, bi siyaset û îdeolojîyên dûrî berjewendîyên civaka Kurd em bi ser nakevin. Em kes û siyasetmedarên ku wextê wan û derkenarbûnê (teqawît) hatiye divê êdî xwe bidin alî, rê ji kesayet û kadirên nû re vekin, xwe û partîya xwe di pêşîya sazkirina tevger an partîyek nû û yekgirtî de nekin asteng (hetta xwe fesix bikin) û berî mirinekê xêrekê bi vî milletê mazlûm bikin. Heke ji me hat û bi serpêhatî û tecrûbeyên xwe, wek rûspîyên vê dozê em alîkarîya nifşê nû bikin helbet erk û xizmetek e. Lê divê êdî em nebêjin ez û heta mirinê ez.

Li Bakurê Kurdistanê her tişt, her hêz û partîyên ku ji xwe re dibêjin Kurd û Kurdistanî ne (!) xitimî ne. Dema sazkirina alternatîfekê ji zûde derbas bûye, îro pêwistîyek zarûrî ye. Em dizanin kesayet û komên ku ji vê rewşê ne razî ne û di nava hewldanekê de ne hene, wê hebin, îro nebe jî sibê wê her derkevin meydanê. Doza Kurd û Kurdistanê ne tenê doz û erka partîya a, b û c ye, doza hemû Kurdên bi xîret û dilşewat e. Helbet wê rojek ji rojan hinek derkevin û destê xwe têxin bin kevir.

Di siyasetê de alternatîfbûn û sazîyek nû bi kadirên hemaheng pêk tê. Xebatek wilo incex di nava avahî û sazûmanîyek saxlem de dikare bi ser bikeve. Her avahî û sazî, pergalek civakî ye. Serkeftina sîstema civakî bi serkeftina kadirên wê sazî û sîstemê ve girêdayî ye. Kes û kadirên ku dixwazin xwe bidin pêş û rêberîya sazî yan partîya nû bikin, di serî de divê bixwebahwer, yekdil, yeknêt, xwedîyê yek armancê, xwedîyê hiş û mejîyekî zelal, wêrek û bi cesaret bin. Xwe nespêrin kesên din, bi wesayet û îcazeta hinek kes an alîyan siyasetê nekin, di hest û helwest, di hizir û hişmendîya xwe de zelal, azad û serbixwe bin. Yan na, wê tu xêr û bereketa sazî yan partîya nû nemîne û wê aqûbeta wan jî ne kêmî ya partîyên îro be wesselam..

About The Author