Bafilê me lotikek li xezûrê xwe xist

Li ser bextê fitne û fesadên nava YNK be, dibêjin Asayîşa Silêmanîyê a YNK girtiye ser Saziya Rewşenbîrên Çawdêr a Mele Bextîyar û sazî wek mişk û xiltan serûbinê hev kirine.

Tê gotin ku asayîşa Silêmanîyê dest danîye ser saziya ku endamê berê yê Desteya Bilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bahtiyar xwediyê wê û rêveberiya wê ye û tir ji sazîyê berdaye.

Dibêjin asayîşê karmendên saziyê rawestandine û dest danîne ser hemû hebûnên saziyê.

Di vê derbarê de Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr bi daxuyaniyekê lotikek li asayîşa Silêmanîyê û YNK xist û got: „Em wek Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr vê biryarê bi tundî şermezar dikin û xwelîya heft gundan bi serê wan dadikin“.

Ji aliyê din, Buroya Darayî ya YNK jî lotikek qerase avêt û di daxuyaniya xwe de ev tişt anî zimên:

“Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr niha di bin kontrola YNK de ye û hemû pêdivîyên wê ji alîyê Buroya Darayî ya YNK ve tê dabînkirin. Ji alîyê din ve saziya berpirs êdî ne endamê YNKê ye. Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr wê ji bo xebatên rêxistinî bên bikaranîn û ji bo pêşxistina Silêmaniyê û xizmetkirina gelê wê jî cihekî din ji bo sazîyê bê veqetandin”.

Werhasilî kelam, YNK û asayîşa wê ya Silêmanîyê lotikek bêîman li xezûrê Bafil Talabanî Mele Bextîyar xist, dest û lingên wî girê dan û ew ji mêranî xist.

Wek hûn zanin, Mele Bahtiyar beşdarî kongreya YNK a sala 2023 nebûbû û gotibû: “Di kongreya 4 emîn a YNK de min hest kir ku YNK ji nirxên azadiyê dûr ketiye û tir tê de nemaye. Di heman demê de YNK hêdî hêdî ji rihê ciwanan û azadiya xwe bêpar dibe û dibe wek teneka vala“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, ji bo xatir û wefayê mabe jî meriv dezgeha xezûrê xwe nade girtin û xezûrê xwe di nav dinya û alemê de bêqîmet nake. Lê dinya tiroviro bûye, mixabin ne xatir maye, ne wefa û wefadarî.

Silêmanî

About The Author