Kurdên vî alî û wî alî

Diyar Baban

Em Kurd bextreş in, bê qird û şans in, hinek li vî alî sînor, hinek li alîyê din ê sînor in. Berê ji Kurdên Başûr û Rojava re digotin “Kurdên serxetê û Kurdên binxetê“. Di navbera wan de tenê xeta trênê hebû. Piştî ku Kurdistan parçe kirin, îcar sînor kişandin û bûn Kurdên vî alî û Kurdên wî alî.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, serdana Iraqê û Herêma Kurdistnê kir û dest bi lotikên siyasî û dîplomasîyê kir. Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan û Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd bi Kurdî axivîn û bi Kurdî dest bi lotikan kirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi gotina, “ Kurdên her du alîyên sînor bi xeta xêzkirî ji hev cuda ne, Kurd li her du alîyên sînor dijîn“ dil û hinavên me şewitand û carek din rastîya Kurdan û parçebûna Kurdistanê raxist ber çav. Lê wek Kurd emê karibin dersekê ji gotinên Şezeşkîyan derxînin bahwer nakim.

Mesûd Pezeşkiyan, behsa Kurdên Belûcî jî kir û bi heman wateyê got ku ew jî bi xeta sînor ji hev hatine cudakirin.

Çi bextreşîyek mezin e ne wilo. Hem Kurd û Kurdistn bi xetên sînor ji hev hatine parçekirin, hem Kurdên Belûc û Belûcistan. Qedera wan yek, bextreşîya wan yek û bindestîya wan yek e.

Sosreta mezintir jî belkî ev be, Mesûd Pezeşkiyan hem serdana Silêmanîyê kir, hem jî serdana Hewlêrê. Duserîtî, bêtifaqî, berberî û neyartîya PDK û YNK, Bazanî û Talabanîyan, hiştiye ku temsîlîyetek fermî û yekane ji Kurdan re çênebe û her dagîrkerek wan li gor hesab û berjewendîyên xwe bi kar bîne.

Rejîma Tehranê ji alîyekî rojane Kurdan dişeniqîne, darda dike, kolberên reben dikuje, û ji alîyê din de jî bi dek û dolabên dostanî Silêmanî û Hewlêrê ji hev re dike neyar. Emê kengî ji neyarên xwe re nebin pêlîztok nizanim. Lê ez dizanim ku xetên sînor bûne melkemotê Kurdan û ji bo em wek Kurdên vî alî û Kurdên wî alî neyên binavkirin, divê ev sînor ji nav me rabin û yan bên rakirin.

Mahabad

About The Author