YNK bi vê qûşê nagihê Mûşê

Endamê berê yê Desteya Bilind a Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û xezûrê Bafil Talabanî Mele Bextiyar, bertek nîşanî desteserkirina Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr da û zavayê xwe Bafil Talabanî da ber lotik û zîtirkên bêîman.

M.Bextîyar bi daxuyanîyekê ji kevnezavayê xwe û Serokê YNK Bafîl Talabanî re got: „Kuro serkundir, ez bi gora Mam Celal bikim, hûn ne zanyarên dîrokî ne û ne jî bi Kurdî baş dizanin. Bi vê nêzîkatiyê û bi vî aqilê çûkan hûn nikarin bibin serok“ û pê de çû.

Mele Bextiyar rexneyên tund li Bafil Talebanî kirin û dîsa got: „Bila niha bên li vir rûnin, heger serokê wan ê serkundir berî her kesî bê û li vir rûnê, ezê di derbarê dîroka YNK de 50 pirsan ji wî bipirsim. Heger bersiva pirsekê tenê jî bide, ew çi bêje ezê bikim û hetta ji bo xatirê wî şorba nîskê jî bixwim. Wê çawa bibe? Kuro serkundir, ne zanîna te ya dîrokî heye, ne bi Kurdî baş dizanî, ne şehîdan nas dikî, ne jî serweriyê. Tu nizanî bavê te jî çawa difikire! Tu nizanî bavê te çi kiriye û çi nekiri.Hûn nizanin bê ew çawa ji karesatên jiyaye xilas bûye“ û bû agir.

Mele Bextiyar, germa germa pê de çû, mîrkut li ser mîrkutan li nav serê Bafil Talabanî xist û berdewam kir: „Tu ne ji edebiyatê û ne jî ji afirandêrîyê fêm dikî, tu tu gûyî nizanî, çawa tu van kiryaran ciddî nagirî û bêyî ku bigirî yekîneyên komandoyan dişînî ser Çawdêr xwelîser?“.

Mele Bextîyar hinekî pesnê Sazîya Çawdêr jî da û got:“ Kuro Bafilo, Çawdêr heta niha 26 festîval li dar xistiye û 300 nivîskar tev li karwanê rewşenbîrên Kurdistanê kiriye. 300 helbestvan, nivîskar, çîroknivîs, lêkolîner. Tu ji festîval û edebiyatê tiştekî nizanî. Hûn dizanin çi bûye? Hûn ne Rojhilatê Kurdistanê ne jî Rojavayê wê nas dikin. Hûn nizanin ne nivîskar çi ye û ne jî afirînerî“ û hestîyên Bafil şikandin.

Mele Bextîyar herî dawî mîrkutek din li sere Bafil xist û got: “Hûn nikarin bibin siyasetmedar kaka, bi kiryarên wisa nikarin bibin serok. Hûn tu carî nikarin bibin serok, bê guman ev ne gengaz. Heger ev nêzîkatî neyê guhertin, bi vî rengê siyasetê wê felaketên mezintir rû bidin“ û rabû ser xwe.

Axir, nakokî û pirsgirêkên di nava YNK û mixalifên wê de geştir û gurtir dibin. Hinek bûne kêr, hinek bûne penêr. Îcar di pêşerojê de wê kî serê kê bixwe, wê kî bibe serok û bî bibe elok ez jî nizanim wesselam…

Duhok

About The Author