5ê Mijdarê yan dîk dibe serok, yan mirîşk

Kevîn Kurdson

Hilbijartina Serokkomarîya Amerîkayê 5ê Mijdara îsal (2024) e. Wê rojê wê dê weledê xwe bavêje û qûna reş û spî derkeve meydanê.

Namzetê Komarîyan Donald Trump 9(Dîko)û namzeta Demokratan Kamala Harrîs wê têkevin sergovenda pêşbirka serokkomarîyê û qedera Amerîka û cîhanê kifş bikin.

Heger Dîkoyê dînik bibe Serokê Amerîka û Cîhanê, kes nizane bê wê çi ecacok û tofanê li serê dinyayê rake. Mêrik bazirgan e û ji bo berjewendîya xwe dikare her gûyî bixwe.

Na geher Kamala Harrîs bibe seroka Amerîka û Dinyayê, dîsa kes nizane wê çi bê serê xelkên dinyayê, çimkî xanima qemer û germik Harrîs demokrat e, wek Joe Bîden sisto misto ye û tu xêra wan ji xelkên din re çênebûye.

Werhasilî kelam,kî bibe Serokê Amerîka û Dinyayê ji me Kurdan re ferq nake. Amerîka li dû berjewendîyên xwe ye û hesabê Kurdan bi xirê xwe jî nake, tenê wan ji bo xwe bi kar tîne.

Îcar kî bibe serok, kî nebe serok, ji vî ve û hûn sax….

About The Author