Bi xwarin û xewê gurçikên xwe biparêzin

Gurçikên ku di dema helandina xwarin û di derxistina bermayîyên laş de rolek sereke dilîzin, hem bi xwarin û hem jî bi xew û çalakîyên laşî dikarin tenduristîya xwe biparêzin. Li vir pîvanên girîng ên pêşîn hene.

Girîng e gurçikên me zirarê nebînin. Awayê yekane ji bo bidestxistina vê yekê ew e ku di her temenî de lênerîn û pêkanîna jiyanek tendurist şert e. Sepandina vê yekê bi rêbazên piçûk û bi hêsanî pêkan e. Binêrin bê hemû pisporên tenduristiyê bi yekdengî çi diyar kirine.

TÊRA XWE AVÊ VEXWIN

Ava ku ji bo jiyanê pêdî û ferz e, ji bo gurçikan yek ji mîneralên herî girîng e. Bi taybet, divê hûn têra xwe avê vexwin da ku kevirên gurçikan çênebin. Ger pirsgirêka gurçikan tunebe, doktor pêşniyar dikin ku em rojê 1,5 û 2 lître av vexwin.

XWÊYA BI PÎVAN

Xwê, mîna avê, çavkanîyek xurek û girîng e. Ji ber vê yekê, bi tevahî derxistina wê ya ji parêzê zirarê dide gurçikan. Xwêya zêde dikare tansiyona xwînê zêde bike û zirarê bide gurçikan. Ji ber vê sedemê, ji bo ku xwê rast bê bidestxistin, dibe ku xwê kekeve xwarinê, lê li şûna wê giyayên bêhnxweş û biharatan bi kar bînin.

XWARIN

Xwarina zêde ya proteînên heywanan dikare di xebata gurçikan de bibe sedema pirsgirêkan. Ji ber vê yekê, di parêzê de vexwarina hevseng a fêkî, sebze û hilberên goşt girîng e.

Xwarinên pêvajoyî rêjeyênxwe yên zêde yên fosforê hene. Û ev yek zirarê dide gurçikan. Ji bilî vê, fosfora zêde ji bo hestî û hem jî ji gurçikan re pir zerar e.

ŞEKIRÊ HINDIK

Rêjeya zêde ya şekir di hilberên pakkirî de tiştek e ku pir kes pê nahisin. Ji ber vê yekê, dema ku hûn xwarinên saxlem lê pakkirî bikirin, bala xwe bidin naveroka şekir. Ligel vê yekê, şekir û hilberên şekir divê di nav xwarinên we de bi pîvanek herî hindik bên bi cîh kirin. Hewl bidin ku şekir ji fêkiyan bistînin.

BILA XEW Û TEVGERA WE BIBE BEŞEK JI JIYANA WE

Xewa bi kalîte û têr bi qasî xwarinê girîng e. Fonksiyona gurçikê ji hêla çerxa xew-hişyariyê ve tê birêvebirin, ku alîkarîya hevrêzkirina xebata gurçikan a li dora demjimêrê dike. Ji bilî xewê, çalakiya lêş (laş) jî girîng e. Li ser xwe pir bigerin. Tevgerên têr û bi rêk û pêk a rojane ji xwe re bikin adet û ji bîr nekin.

About The Author