Narînê hey Narîn hey Narîn…

Pîrkemal

Ji sed salî û vir ve bi hezaran Narînên me bi destê neyaran hatin kujtin, bi hezaran zarok û mindalên Kurd di bin singo û potînên leşkirên dewleta Romê de canê xwe winda kirin. Lê qiyameta ku ji bo Narîn Guran rakirin û radikin ji bo tu zarokên Kurd nehat kirin.

Ap kujtiye, xal kujtiye, dê bûye şirîk, jinap bûye şirîk, filankes ji bo peran kujtiye, nizanim. Tiştê ez zanim evqas qiyameta ku ji bo Narîn Guran rakirin û radikin, dixwazin pê Kurdan û civaka Kurd di awira gelemperî de pîs bikin, piçûk bikin, bêşexsîyet bikin û bêjin aha Kurd ev mexlûqat in, zinêkar in û ji bo zinê zarokên xwe jî dikujin. Têkilîya ap û jinbirê heye tuneye nizanim. Dibe rast be, dibe derew be. Dibe jî ji bo sergirtina hinek tiştên nepedî rûdank û kirasekî veşartinê be, kes nizane. Lê div ê bûyerê de piçûkxistin û herimandina Kurdan û civaka Kurd yek ji sedemên asasî ye.

Kujtina zarokek wek Narîn Guran helbet bênamûsî ye, bêşerefî ye û dûrî exlaqê mirovatîyê ye. Lê dibêjin ji evdan tê veşartin lê ji xwedê nayê veşartin. Li welatên ku oldarî û bi taybet terîqet lê zêde bin û di bin navlê olê de her tiştên kirêt û zinêkarî bên kirin, kujtina keçên wek Narînê jî ne dûrî aqila ye. Ev parçeyek ji siyaseta dewletê ye, parçeyek ji têkbirina civakê ye. Di qursên quranê û medreseyên terîqetan de heta îro bi sedan keç û lawên zaro hatine tecawizkirin û ev yek gelek caran di çapemenîyê de jî hatin eşkere kirin. Lê çi hikmet be bi qasî ku dane du mijara kujtina narîn Guran nedan dû wan zinêkarên terîqetan. Çi kiryara ku civaka Kurd pê piçûk û bê şexsîyet bibe, ji dewlet û çapemenîya dewletê re fersendek mezin e û wê fersendê li dijî Kurdan û civaka Kurd baş bi kar tînin. Ji çapemenyî bigirin heta bi partîyên wan ên siyasî, vê yekê ji bo berjewendîyên xwe û li dijî hev bi kar tînin. Partîyên ku jenosîda Roboskî bincil kirin, ser girtin û kerr û kor û lal bûn, îro ji bo Narînê dikin qarewar û dadikevin hol û meydanan. Kurd û endamên civaka Kurd ne di xema kesî de ye. Herkes li berjewendîyên xwe yên desthilatdarî, siyasî û partîtîyê difikire. Di asasê xwe de mirina keça Kurd Narîn Gursoy ne di xema kesî de ye, û belkî gelek kes û alî jî bi kujtina Narîn Guran kêfxweş in û mirina her ferdekî Kurd ji bo xwe wek serketin dibînin. Ji bo Rom û dewleta Romê Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Ji ber vê, Narîn ji bo wan tenê alav e, hacet û hinceta propagandayê û berjewendîyên partî û dewleta wan e.

Dewleta Romê û çapemenîya wê qet behsa bênamûsîyên civaka xwe nakin. Li bajarên Romê roj namîne ku zarokên 2 heta 13 salî neyên tecawizkirin, roj namîne ku li bajarên wan keç û jin neyên kujtin. Lê ku li Bakurê Kurdistanê, di nav civaka Kurd de bûyerek diqewime, dibin wek gurên har û vê yekê li dijî Kurdan bi kar tînin. Ev jî helbet parçeyek ji siyaseta dagîrkerîyê ye.

Bi kurt û Kurmancî; dewleta Romê û çapemenîya wê, mijara kujtina Narîn Guray baş bi kar anî û hîna jî tine. Bi vê yekê bi kevirekî 3-4 çûk kujtin. Yek jê keçek Kurd kujtin û Kurdek kêm kirin, ev ji wan re kar e. A duyem, bi kujtina Narînê û propagandaya çapemenîya xwe Kurd, çand û kultura civaka Kurd di çavê xelkê de pîs nîşan dan, Kurd wek hov û zinêkar raber kirin. A sisêyan û ya herî xerab jî, bi kesayetîya Kurdan lîztin, hiştin ku Kurd serê xwe bera ber xwe bidin û newêribin yan fedî bikin ku bêjin em Kurd in.

Û ya ji hemûyan xerabtir çi ye hûn zanin gelî lotikvanan?

Em Kurd jî bûn şirîkê siyaseta Romê. Me jî di medya û sosyas medyayê de têra xwe rûn li ser nanê Romê kir û bi propaganda kujtina Narîn Guran xwe di awira gelemperî de rezîl û riswa kir wesselam…

About The Author