Xalê me Zekerîya tir ji Kemalîstan berda

Her çar xalên pêşîn ên makzadona dewleta Romê rê li ber her tiştî girtiye. Bi taybet ev her çar xal ji bo Kurdan hatine nivîsandin û ev her 4 xal rê li ber maf û heq û hiqûqê Kurdan digire, rê li ber doza ziman û nasnameya wan digire. Yanî, dolheramên ku di 12ê Îlona 1980î de bi darbeyek leşkirî dest danîbûn ser hikim û destê wan ketibû xwîna Kurdan, bi van 4 xalên sereke carek din nîjadperestî û neyartîya xwe ya li hember Kurdan dupat kirin.

Axir..

Ev her çar xalên makzagonê asasên dewleta Romê ne. Heger ev xal piçekî ji cîhê xwe bileqin yan bên leqandin, tir di Romî û dewleta Romê de namîne û wê biherife. Ev xal çi ne?

MADDE 1- Dewleta Tirkîyê dewletek komarî ye.

MADDE 2- Komara Tirkiyê dewletek hiqûqê ya demokratîk, laîk û civakî ye, di çarçoveya têgihiştina aştîya civakî, hevgirtina netewî û dadperweriyê de, rêz li mafên mirovan digire, bi netewperestîya Ataturk ve girêdayî ye û li ser prensîbên bingehîn ên ku di destpêkê de hatine diyarkirin, asas digire.

MADDE 3- Dewleta Tirkîyê bi welat û miletê xwe ve yekpare ye. Zimanê wê Tirkî ye.

Ala wê ala sor a bi heyva spî û stêrk e ku şeklê wê di qanûnê de hatiye diyarkirin.

Sirûda wê ya netewî „Marşa Serxwebûnê“ ye.

Paytexta wê Enqere ye.

MADDE 4- Di xala 1. a Destûra Bingehîn de xala ku şeklê Dewletê Komarî ye, taybetîyên komarê yên di xala 2. de û bendên di xala 3. de nayên guhertin û pêşniyaza guhertina wan nayê kirin. Ki

Ango, ev 4 xal nayên guhertin û kes nikare pêşniyaza guhertina wan jî bike. Li gor van xalan, her kesê li Tirkîyê Tirk e û zimanê wan Tirkîya şildim bildim e.

Axir..

DEM partî û hevaller jî tê de, heta niha tu kesî ji bo guhertina van xalên nîjadperest tu gavek neavêtiye û pêşniyazek jî nedane meclîsa Romê. Lê Serokê HUDA-PARê, xalê me Zekerîya Yapicioglû lotikek pîroz û qerase avêt û ev çend car e doza guhertina xala 4 a makzagonê dike.

Xalê me Yapicioglû, di bernameyên televizyonan de bi mêranî û bêyî ku xwe virde wêde bide,got: „Em doza guhertina xala 4 a makzagonê dikin. Em karin li ser her sê xalên din jî (1,2,3) bi şêwir û mişêwir li ser baxivin û guhertinan di wan de bikin“ û da bin dûvê Kemalîstên sor.

Piştî gotin û daxwaza Yapicioglû, CHP û sermezinên wê yên Kemalîst li qûna xwe zor anîn û rabûn ser tapana. Ji Serokê CHP Ozgur Ozel bigrin heta bi gelek sermezinên wan xalê me Yapicioglû şermezar kirin û gotin „ Bi şeş telaqên jinberdanê tu di xewna xwe de jî guhertina van xalan nabînî loooo„ û zîtirkên Kemalkî avêtin.

Ez serê we neêşînim, xalê me Yapicioglû lotikek pîroz avêt û da bin dûvê Kemalîstan û makzagona wan. Hêvîdarim Yapicioglû û partîya wî van lotikên xwe zêde û xurttir bikin.

Aqûbet li serê DEM partî û serokê wê be jî…

Stenbol

About The Author