Her du Mesûdan dest dan hev

Mihemed Soran

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan piştî serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê û hevdîtina bi serok û rayedarên Kurdistanê re daxuyanîyek da û dest bi lotikan kir. Pezeşkîyan li Mahabadê çêbûye. Her çiqasî Tirk dibêjin Tirkmen e jî, lê îhtîmalek pir mezin heye ku Pezeşkîyan Kurd e û ji min û we baştir jî bi Kurdî dizane.

Serdana Pezeşkîyan û hevdîtina bi rayedarên Kurdistanê re helbet pêşketinek baş e. Hevkarî û dostanîya van herdu milletên ku ji heman qewmî û heman nîjanî de, pismamên hev û xwedîyê heman makzimanî ne, wê li xêra Kurdan be. Bi taybet divê PDK û Barzanî hewl bidin ku navbera xwe û Îranê xweştir bikin û bi vî awayî belkî karibin çembera li dora YNK û PKK teng bikin û bi rêya Îran û bi taybet Mesûd Pezeşkîyan nakokîyên di navbera her sê partîyan de rakin yan jî kêmtir bikin.

Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan, di daxuyanîya xwe ya piştî serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina rayedarên Herêma Kurdistanê de, di derbarê Serokê PDK Mesûd Barzanî de got: „Mesûd Barzanî li Mahabadê ji dayik bûye, ez jî li Mahabadê ji dayik bûye. Ew jî Mesûd e, ez Mesûd im. Çi rewşek balkêş e!“.

Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan diyar kir ku ewê têkilîyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêş bixin û di her warî de têkilîyên xwe xurttir bikin.

Pezeşkîyan, amaje bi peywendîyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê kir û got: „Me dikarîbû em pir bi hêsanî diyalogê pêk bînin. Bê sedem di navbera me de şer dest pê dikin. Hin kes li wir komên çekdar amade dikin û dişînin vî alî û pevçûnên li herêmê gur dikin”.

Pezeşkiyan diyar kir ku her du alîyan biryar dane ku ewlekarîya herêmê pêk bînin û got: „Herêma Kurdistanê wê asayîşa me biparêze û emê jî asayîşa wan biparêzin. Emê têkilîyên xwe baştir bikin, têkiliyên xwe yên aborî xurt bikin û bi hemû derfetên xwe alîkarîya hev bikin“ û pê de çû.

Serokkomarê Îranê di dawîyê de lotikek li Amerîkayê jî xist û got ku „Amerîka dixwaze ku em şerê hev bikin, lê eger em jîr bin, em şerê hev nakin“ û xatir xwest û rabû ser xwe.

Belê gelî lotikvanan, wek Pezeşkîyan jî anî zimên, ew jî Mesûd e, ev jî Mesûd e. Her du jî li Mahabadê çêbûne û ez bahwer im tiştê ku herduwan nêzîkî hev dike belkî jî hestên Kurdayetîyê be. Wek min li jor jî got, heger PDK û Barzanî şareza bin, karibin hêdî hêdî sînorekî têxin navbera xwe û dewleta Romê û xwe nêzîkî Îranê bikin, wê li xêra wan be .

Ê de ya bi xêr…

Hêvîdar im destdana her du Mesûdan ji Kurdan re xêr û selametîyê bîne û bi vê yekê belkî rewşa Kurdên Rojhilat jî piçekî xweştir bibe.

Silêmanî

About The Author