Partî jib o gihiştina armancekê hacet û alav in, ne armanc in. Lê mixabin em Kurd partî û berjewendîyên partîyên xwe ji xwe re dikin armanc û berjewendîyên xwe û partîyên xwe di ser berjewendîyên Kurdistanê re digirin. Ev yek li her çar parçeyên Kurdistanê wilo ye. Ji ber vê jî em nikarin Kurd û Kurdistanê ber bi azadî û rizgarîyê bibin û dibin sebebê berdewamîya bindestîya xwe.
Mîrê me Kurdên Êzdî Mîr Hazim Tehsîn Beg div ê derbarê de guhê PDK û YNK kişand, lotikek bêîman li wan xist û berjewendîyên Kurdistanê li bîra wan anî. PDK û YNK wê guh didin Mîr Tehsîn Beg yan nedinê nizanim. Lê mîrê me tilîya xwe xist çavên wan û got: “Berjewendîyên Kurdistanê di ser partîyên xwe û di ser her tiştî re bigirin”.
Mîrê me li Silêmanîyê serdanan gora Mam Celal Talabanî kir, duayek li ser xwend û daxuyanîyek da rojnamevanan. Mîrê me anî zimên ku wî bi Qubad û Bafilê gurî re civîyaye û çend lotik avêtine.
Mîrê me di daxuyanîya xwe de bang li Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan jî kir û got ku; “Dive Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî guhê lotikvanên herdu alîyan (PDK û YNK) bikşîne, wan bîne cem hev da ku di demek nêzîk de hikûmeta nû ava bikin“.
Mîrê me di dawîyê de lotika herî girîng avêt, mîrkutek li nav serê PDK û YNK xist û got: “Canekem, Kurdan ne ji bo we, ji bo berjewendîyên Kurdistanê dengê xwe dan. Em bang li hemû alîyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku li ser yek maseyê rûnin û bigihin rêkeftinekê. Em dixwazin berjewendîyên Kurdistanê di ser hemû berjewendî û partîyan re bê girtin“ û kela dilê xwe û dilê me hênik kir.
Axir, berjewendîyên Kurdistanê di ser berjewendîyên hemû partîyên Kurdistanê re ye. Kurdê ku berjewendîyên xwe û partîya xwe di ser berjewendîyên Kurdistanê re bigire, bela bizanibe ku rûn li ser nanê dagîrkerên Kurdistanê dike û ne li erd û ne li ezmên cîhê wî tuneye.
Bijî Mîrê me Hazim Tehsîn Beg!
Duhok
Miletên razayî yan dimirin yan jî wek kole şiyar dibin
Hûn bi vê qûşê nagihên Mûşê cîgerim!
Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ