Serokê Partîya Kominîst û wekîlê Partîya DEMê Sînan Çîftyurek (du dil) li Meclîsa Romê lotikek avêt û behsa pirsa Kurd û federasyonê kir.
Sînanê me wekîlên li meclîse dan ber lotikên bêîman û got: „Binerin oxlim, ji bo çareserîya pirsa Kurd divê em karibin federasyonê jî nîqaş bikin“ û bombeyek di Meclîsa Romê de teqand.
Parlamenterê Wanê yê partîya DEMê û Serokê Partîya Kominîst a Kurdistanê (KKP) mamê me Sînan Çîftyurek, behsa paşeroyê û gotinên gelek rêvebir û serokwezîrên Romê kir ku wan jî behsa federasyonê kiriye û nîqaşa federasyonê ne sûc û qebhetek mezin e.
Lê ya ku mamê me Sînanê kirîv ji bîr dike ev e, partîya ku di nav de ye û wekîlê wê ye jî jib o Kurdan heta îro behsa federasyonê nekiriye û nake jî. DEM a ku heta îro ji Tirk û Tirkîyeyîkirina Kurdan pê ve tu siyasetek ji bo xêr û berjewendîyên Kurd û Kurdistanî nekiriye, federasyon nedaye pêş û behsa wê jî nekiriye û nake.
Xwestin û doza federasyonê wê di navbera Komîserên Sîyasî yên DEMê û mamê me Sînan de çi pevçûnan derxe nizanim. Lê ez texmîn dikim ku wê Komîserên Siyasî yên DEMê guhê mamê me bikşînin û jê re bêjin „bes behsa federasyonê bike wulen, Tirkîyeyîbûn zêdeyî serê Kurda ye“ û wî bidin ber lotikên bêîman.
Werhasilî kelam, mamê me Sînan Çîftyurek lotikek pîroz û zêdeyî bejna xwe avêt. Îcar wê Sînanê me û Komîserên DEMê çi pelûlê bi serê hev de birjînin nizanim…
Stenbol
Miletên razayî yan dimirin yan jî wek kole şiyar dibin
Hûn bi vê qûşê nagihên Mûşê cîgerim!
Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ