Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek


Nûrî Çelîk

Li tu welatekî dinyayê şoreşek bê çek û sîleh pêk nehatiye. Tu welat bê berxwedan, bê serhildan, bê xwînrijî, bê kujtin serbixwe nebûye û nebûye xwedîyê destkeftinan. Hacet û misogerkirina van şoreş û destkeftinan jî bêguman çek û sîleh in. Çek û sîleh di destê kê de be, ew xurt e. Kî xwedîyê çek û sîleh be, xelk xwe ji wî disitirîne û hesabê wî/wê dike.

Heger çek tuneba M. M. Barzanî nikarîbû li ber xwe bida. Heger çek tuneba îro pêşmerge tunebûn. Û pêşmerge tunebûna îro destkeftinên Başûrê Kurdistanê jî tunebûn. Ê ku pêşmerge kir pêşmerge çek bû. Ê ku Iraq neçarî federasyonê kir çek û pêşmerge bûn. Û îro jî yê ku Başûr li ser lingan dihêle çek û pêşmerge ne. Ê ku Ihsan Nûrî Paşa 3 salan li ser Çiyayê Agirîyê kir teyrê baz, çek bû, sîleh bû. Sedemek ji têkçûna serhildana Şêx Saîd û Seyid Riza jî ji ber kêmbûn û tunebûna çek û sîlehan bû. Sedema ku dewleta Tirk karîbû serhildanên Kurdan têk bibe hebûna çek û sîlehên wê bû. Heger li Rojhilat Kurd xwedîyê artêş û çekên giran bûna, belkî Qazî Mihemed xwe radest nekira û nebûba qurban. Stalîn bi çekên xwe zora Hîtler bir, Mao bi çekan şoreş kir, Hoşîmîn bi çekan Amerîka têk bir, û Talîban bi çekan (helbet bi xurtîya îman (bahwerî) û îradeyekê) pişta Rûsya û Amerîkayê şikand. Û nimûneya herî piçûk; di salên 60î de, Mehmet İhsan Kilit (KOÇERO) bi tifinga xwe bû Koçero û xof xist dilê dewleta Tirk. Yanî, namûsa ferdekî bi çeka wî tê paraztin, namûsa miletekî jî dîsa bi çek û sîlehên wî, bi artêşa wî tê paraztin. Bi namûsê em behsa perçeyek goşt nakin, em behsa hemû nirx û pîrozîyên miletekî dikin.

Îcar em bên ser Bakur, Rojava, PKK, YPG û evên ku banga çekberdanê li PKK/ PYD dikin.

Evên ku wek nivîskarên bê pênûs lehendîyê dikin, evên ku di xewn û xeyala şoreşek bê çek û bê xwînrijandin de ne, evên ku ji xerabkirin û parçekirinê pê ve tiştekî din ji wan nehatiye, evên ku bi vê helwesta xwe, bi vê tiralî û siyaseta xwe rûn li ser nanê siyaseta PKK û dewletê dikin, evên ku ji meydanê revîyan û meydan ji PKK re hiştin, evên ku bi qasî PKK sûcdar û gunehkarên rewşa îro ne, evên ku ji bo çend zerfên zer û sor dikevin bin wesayeta hinek alîyan, evên ku nizanin Rêbaza Barzanî çiye lê li ser navê Rêbaza Barzanî nanê xwe dixwin, evên ku ji salên qeda û belayê mane û wek dînazorên piştxûz hîna jî rastîya xwe qebûl nakin, evên ku ji xeletîyên xwe, ji sûc û gunehên ku li hev, li heval û partîyên xwe kirine ne poşman in û newêrin lêborînê jî bixwazin, evên ku ji bo qebhetên xwe veşêrin tohmetkarîyê li hev û li alîyên din dikin, evên ku navê wan ji bejna wan dirêjtir û daxwazên wan ji Çiyayê Agirîyê mezintir in, û evên ku bi van nav û daxwazên mezin nikarin 20 kesan derxin kuçe û kolanan, çi dixwazin?

Birastî hûn çi dixwazin?

Ez jî di nav de, em çi dixwazin?

Em çi dozê li PKK û YPG yan PYD û HSD dikin?

Ma me karekî ji wan baştir kiriye ku em karibin doza çekberdanê li wan bikin?

Yan em alternatîfek xurt in ku em karibin bandorê li wan, li civaka xwe û wan bikin?

We bi helwest, hişmendî û kiryarên xwe Bakur beravêtî kir, we Bakur pasîfîze kir, we Kurdên Bakur avêt himbêza PKK. 40 sal in ji rexnekirin û neyartîya PKK pê ve we çend kevir ji bo Kurdan danîn ser hev? Ji reklama PKK (baş yan xerab, reklam reklam e) pê ve we çend çalakî li kuçe û kolanan kir?

Em tev PKK nas dikin, em tev îdeolojî û armanca PKK dizanin. Belkî ez ji we zêdetir wê dinasim û dizanim. Ez ji we zêdetir ji PKK û siyaseta wê ne razî me. Û bahwer bikin ez ji we zêdetir jî dizanim bê PKK çi ye û xizmeta çi dike. Lê wîjdan heye, exlaqê siyasî û civakî heye. Divê ked, xwîn û berdêlên ku Kurdên Bakur û Rojava dane bi agirê PKK neyên şewitandin, neyên têkbirin. Siyaseta we, helwesta we, hişmendî û newêrîkîya ku we li Bakur kir, ENKS jî li Rojava kir û meydan ji PKK/PYD re hişt. Tiralî û pasîftîya ku we li Bakur kir, ENKS jî li Rojava kir. Xwezî îro di şûna PKK û PYD de hûn û ENKS bûna, em û ENKS bûna. Heger hûn û ENKS li meydanê hebûna, heger em hebûna û me jî wek YPG bedel bidaya, belkî îro em di rewşek din de bûna. Lê ne me kir, ne we kir û ne jî ENKS kir. Ji ber vê em dibêjin divê siyaseta bi wesayet û îcazet neyê kirin. PYD çiqasî di bin wesayeta Qendîlê de be, ENKS jî ewqasî dibin wesayeta Hewlêr û Enqerê de ye. Û di encamê de hemû jî xizmet û hevkarîyê ji siyaseta Enqerê re dikin. Lam û cîm ji vê re tuneye. Xwezî rastî ne tehl ba, lê mixabin tehl e. Em nikarin li dijî rastîyekê derkevin û rastîya din bincil bikin. Ev ne Kurdayetî ye, ne dostanî ye û jî ne exlaqî ye.

Hûn çi dixwazin?

Ma hûn jî dixwazin ku PKK/ PYD li dijî dagîrkerên Kurdistanê çekan deyne û destkeftinên ku bi xwîna hezaran law û keçên Kurd hatine bidestxistin ji çete û terorîstên çîhadîst û dewleta Tirkiyê re bihêlin!

Di dawîyê de dixwazim bêjim ku, di şertên îro de, û bi taybet di vê rewşa zîz a Rojava de, çekberdana YPG ne di berjewendîya Kurdan de ye. Û kî doza çekberdanê li YPG bike jî, bela bizane ku tê lîztika siyaseta dewletên dagîrker û rûn li ser nanê wan dike. Em ji PKK yan PWD û YPG hez bikin yan nekin tiştekî din e. Lê Kurdên Rojava îro bi xêra çekên YPG li ser lingan e û Amerîka jî ji ber ku çekdar in xwedî li Kurdan û HSD derdikeve. Heger ENKS ne di oposizyona Sûrîyê û Tirkîyê de ba û hêzek çekdar ba, belkî îro di şûna HSD de ENKS ba.

Yanî; ji bo paraztina xak û netewa xwe, di Rojhilata Navîn de tu milet û dewlet nikare bi destê vala doz û namûsa xwe biparêze û wesselam…

About The Author