Cemîl Cewher
Tiştên baş dibin, lotikên şeytanqûnî tên avêtin, hêdî hêdî qûna reş û spî derdikeve holê. Dek û dolab, lîztikên Elî Osmanî zelaltir dibin. Û ev jî ji bo hişyarbûna Kurdan baş in.
Ji serî de xuya bû ku Serokê Faşîstên Tirkîyê Devlet Bahçelî belasebeb Ocalan venexwend Meclîsa Romê û civîna Partîya DEM ê. Armanca Bahçelî ne destpêkirina Pêvajoyek Nû, ne pejirandina ziman û nasnameya Kurdan, lê beravêtîkirina Rojava û destkeftîyên Rojava bû. Serokê Kurdên xwelîser Devlet Bahçelî, bi vê lotika xwe û bi rêya Ocalan dixwaze bandorê li HSD û PYD bike ku bi Hikûmeta Şamê re li hev bikin, doza cudabûn yan federasyonê nekin, çekên xwe deynin û di xizmeta Hikûmeta Şamê û Sûrîyeyek yekgirtî de bin. Ji xwe di gotinên Ocalan de jî ev yek eşkere dibe.
Axir, li Rojava çi dibe yan wê çi bibe nizanim. Her tişt girêdayî berjewendî û wîjdanê Amerîka û hevpeymanên wê ye. Heger berjewendîya wan tê hebe, Ocalan bixwaze û nexwaze jî, kirasê xwe biçirîne jî, wê ji Kurdan re federasyonek yan herêmek xweser çêbibe. Hefsar ne di destê Ocalan de ye, di destê Amerîka û hevpeymanên wê de ye.
Werhasilî kelam..
Serokê Nîjadperestên Tirkîyê û Kurdên xwelîser, ji qewla Ocalan ve (birêz) Bahçelî, di civîna koma partîya xwe de, li meclîsa Romê, bi eşkere, destê xwe xist qula cave Kurdên xwelîser û got ku tu pêvajo mêvajo, tu quzilqurtek ji bo Kurdan tuneye. Banga wî ne jib o Pêvajoyek Nû ye, ji bo pînekirina Tirk û Kurda ye, ji bo Tirkkirina Kurda ye, jib o asîmîlekirin û tunekirina Kurda ye. Serî Tirkbûn û talî Tirkkirin. Yanî, çîrok û çîvanokên berê, dek û dolabên berê, bratîya gur û mîhê û serxweşkirina Kurdên xwelîser.
Gelek Kurdên me yên xwelîser bi vê lotika Bahçelî û reîsê wî bê eraq serxweş bûn. Bûn hêlan û leylan. Ewên ku ji hevdîtinên Barzanîyan û rayedarên Tirkîyê re digotin “xayîn û xwefiroş”, îro ji keftarekî mina Bahçelî re dibêjin “birêz”, ji qesasekî mina dirêjo re dibêjin “birêz” û gotina “faşîzma AKP û MHP” ji lîteratuara xwe rakirin. Îcar kî xayîn e, kî xwefiroş e nizanim. Lê tiştek pir zelal e. Her “sê birêz “ jî ji roja roj de siyaset û şerekî bi şêwir û mişêwir, şerekî qirêj û dijminane li dijî doza Kurd û Kurdistanê dimeşînin.
Ez serê we neêşînim, em Kurd pir dilkeçik in, pir saf û dilpak in. Zû dixapin û zû tên xapandin. Lê her tişt bi sînor e, ji her tiştî re sînorek heye. Xapandin jî heta sînorekî ye. Roj bê wê xwenasîn û netewperestî di nav Kurdan de bigihê asta herî bilind. Ji xwe sedemek ji siyaset û lotikên pêvajo û mêvajoyê jî ev e. Ji bo rê li ber pêşkatina netewperestîya Kurd bê girtin, dubare û dehbarê heman çîrokên bratîya xelk û ummetê di guhê Kurdan de dibêjin û dibilînin. Lê bi dîn û îman bê mifa ye. Çîrokên bratîya xelk û ummetê jî bi sînor e. Roj bê wê Kurd wê bratîya sexte têxin teneka zibil û agirekî pêxin.
De xwezî bi wan rojan…
Şêxê me vê carê Lotikxanekî axivî
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek