Nûrî Çelîk
Emê dîsa vegerin ser mijara mişk û pisîkê, mijara “pisîk ne li mal be mişk Evdirehman e“. Di jîyanê de her tişt wilo ye. Kûçik ne bi pez re be ji gur re kêf û seyran e. Şêr ne li daristanê be keftar mîrê daristanê ye. Yanî, di jîyanê de gava alternatîfa te tunebe, wê dijberên te li gor qîm û hesabê xwe tev bigerin, wê alternatîfên xwe derxin pêşberî te.
Dibêjin nanê Tirkan li ser kaba wan e û lîztikên dewleta alî Osman jî xelas nabin. Lîztika herî dawî li Lozanê lîztin. Bi hevkarîya zilam û peyayên xwe û bi hevkarîya hinek axayên Kurd, Kurd di Peymana Lozanê de têk birin û ew ji her mafî bêpar hiştin. Bêtifaqî û tunebûna alternatîfek Kurdistanî derfetek mezin xist destê dewleta Tirk ku karibe li Lozanê xwe wek nûnerê Kurdan jî derxe pêş. Bi rêya kesên wek Îsmet Înonu, Diyap Axa, Hisênê Qenco (Bavpîrê Ahmet Turk) û kesên mîna wan rê li ber Kurdistanek serbixwe girtin û îro jî ew plan û proje berdewam dikin.
Bêguman e ku aştî û lihevhatin ji şer çêtir e û bidestxistina gava herî piçûk jî wê di xêra Kurdan de be. Lê aştî û lihevhatina ku dûrî rastî û xîretê be û li ser hesabê têkbirina Kurdan be, wê ji dubarekirina Lozanê pê ve ne tu tişt be. Aştî û lihevhatina ku hemû mafên Kurdan di azadî û kesayetîya şexsekî de bê dîtin, ji henekpêkirinê pê ve ne tu tişt e. Îro pêvajoya (!) ku di ser azadîya Ocalan re tê meşandin, ji kontrolkirina Kurdan pê ve ne tu tişt e. Bi taybet kontrolkirina Rojava û YPG ji dewleta Tirk re bûye armancek sereke. Ne ji destkeftinên Rojava û hêza YPG be, tu qudret û bandora PKK li ser Kurdan nemaye. Dewleta Tirk vê dibîne. Ji ber vê, Ocalanê ku ji derveyî mirîdên wî tu qîmetê wî di nav Kurdan de nemaye, dîsa dixin rojevê û dixwazin qedera Kurdan pê ve girê bidin.
Bala xwe bidinê bê çi sosret û tofan bi serê Kurdan de anîne. Ji destpêka grûpa Enqerê bigirin û heta bi îro, piranîya kesên ku Kurdan bi rê ve dibin ne Kurd in. Piranîya wan Tirkên Kemalîst, hinek ji wan Ereb û hinek jî ji vir û wir in. Piranîya netewparêzên Kurd yan hatin kujtin, yan hatin tasfîyekirin. Îro jî wilo ye. Kurdên ku karibin nûnertîya Kurdan bikin di nav HDP û DEMê de nehiştin. Yan girtin, yan jî tasfîye kirin û hefsar dîsa xistin destê Tirk û Ereban, xistin destê qeyûmên dewletê.
Balkêş e, evên ku îro serkêşî û nûnertîya Kurdan dikin, yan bavpîrên wan xiyanet li Kurdan kirine, yan jî qesasê serê Kurdan bûne. Meselen Hisênê Qenco (bavpîrê Ahmet Turk) yek ji damezrênerê Alayên Hemîdîye ye, destê wî di qetilkirina Ermenîyan de heye û bi tundî li dijî Kurdistanek serbixwe derketiye. Yek ji aktorên sereke yê Peymana Sykes Pîcot (Peymana Parçekirina Kurdistanê 1916) Mark Sykes, di gotarek xwe de dibêje:
“Me xwest em tiştekî bidin Kurdan, lê pêk nehat. Em çûn cem kê jî, me nikarîbû li hev bikin. Hisênê Qenco yek ji serokên eşîrên herêmê ye. Em du caran çûn cem Hisênê Qenco. Me kir û nekir bi tiştekî razî nebû. Paşayê Osmanî Îbrahîm Paşa hevalekî wî yê nêzîk bû. Ji bo Kurdan tu daxwazek nekir . Ew baronekî feodal bû. Paşê em pê hisîyan ku bi koka xwe Ermenî ye û nasnameya xwe vedişêre”.
Û nevîyê (torinê) wî Ahmet Turk 40 sal in bi dengê Kurdan û li ser navê Kurdan wek qeyûmekî di meclîsa Tirkîyê de ye. Ev yek.
Ertugrul Kurkçu. Torînê Abdulkadîr Kadrî Kurkçu ye. Bavpîrê wî bi sedan Kurd dane kujtin û destê wî bi xwîna Kurdan sor bûye. Ew jî bi dengên Kurdan û li ser navê Kurdan di meclîsê de ye û bûye nûner û qeyûmê ser serê Kurdan. Ev dudu.
Sezaî Temellî torinê Îsmet Înonu ye. Îsmet Înonu (Îsmetê kerr) hem li Lozanê malik li Kurdan xirab kir û hem jî di qirkirina Gelîyê Zîlan, Dersim, Şêx Saîd û Serhildana Agirîyê de şirîkê biryar û kiryarên Atatirk e. Qesasek ji qesasên serê Kurdan e. Torinê wî jî bi salan e li ser navê Kurdan di meclîsê qeyûmtî û nûnertîya Kurdan dike.
Û bi dehan kesên mîna wan.
Ji me re sosret û şermezarîya mezin ne ewên Tirk û Ereb in, Ahmet Turk bi xwe ye. Ahmet Turk Axa (ê ku digot ez ji paşnavê Turk razî me, ez naxwazim paşnavê xwe biguherim) û qeyûmtîya wî ya bi salan e. Serokê Nîjadperestên Tirkîyê û qesasê serê Kurdan Devlet Bahçelî gava jê re dibêje “Ahmet Axa“ ne belasebeb dibêje. Bavpîrê wî Hisênê Qenco û xizmetên wî tîne bîra me û wî. Yanî, ji bo qaşo Pêvajoya Nû sê kes kirin qasid û rêber. Yek Tirkmen e, yek Ereb e, yê din jî Kurdekî ku paşnavê wî Turk e. Yanî Ehmedê Mala Sînan Axa.
Ahmet Turk Axa, di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re anî zimên ku li Rojhilata Navîn 50 milyon Kurd hene, hemûyan berê xwe dane Tirkîyê û xwe wek parçeyekî Tirkîyê dibînin.
Xwezî wilo ba.
Xwezî li şûna çar neyaran tenê neyarekî me hebûya, wê barê me siviktir bûya. Xwezî ne bi çar dewletan ve girêdayî, lê tenê bi Tirkîyê ve girêdayî federasyon yan konfederasyonek me hebûya û bela berê 50 milyon Kurd li Tirkîyê bûye. Lê mijar cuda ye. Dewleta ku naxwaze li ser Marsê jî destkeftinek ji Kurdan re çêbibe, dixwaze bi rêya kesên mina Ahmet Turk û Diyap Axayên din destkeftinên hemû Kurdên cîhanê pûç bikin, wan bi Tirkîyê ve pîne bikin, wan asîmîle bikin û ji bo berjewendîyên dewleta Tirk bi kar bînin. Pêvajoya Osloyê çi be, îro jî heman lîztik e. Dîsa dixwazin bi dengê Kurdan di hilbijartinê de biserkevin, bi dengê DEMê û çend wekîlên CHP guhertinan di zagon û makzagonê de (li gor berjewendîyên AKP û MHP) bikin, Rojava û YPG a ku ji bin kontrola Ocalan û PKK derdikeve têxin bin kontrolê û gelek dek û dolabên veşartî.
Li vir dîsa em vedigerin serî û li dora xwe dizîzikin. Yanî tunebûna alternatîfê.
Heger li Bakur jî bi kêmanî enîyek niştimanî wek ENKS yan yekîtîyek netewî-Kurdistanî di nav partîyên derveyî PKK de hebûya û xelkê karîba pişta xwe pê qewîn bikira, wê kesên mina Ahmet Turk û dewşîrmeyên din jî nikarîbûna wek mixatab bihatina dîtin û wê nikarîbûna bi çarenûsa Kurdan bilîztina.
Lê mixabin tuneye, tunene.
Ne ew kes û serokên xwedî erk û qudret hene, ne jî ew siyasetmedar û partîyên ku berjewendîyên xwe û partîyên xwe bikin bi qurbana Kurd û Kurdistanê.
Yanî, sûnc ne sûncê mişk e, sûncê pisîkê ye.
Heger pisîk li meydanê tunebe, wê mişk jî li gor qîma xwe zadê malê virde wêde belav bike wesselam..
Xatirê Dîko heye bavoooo
Ka îcar wê hevallerên me çi bêjin
Bahçelî lotikek li „Pêvajoya Nû“ xist