Kevîn Kurdson
Serokê Dinyayê û Zavayê Nû Dîko (Trump) li Florîdayê dest bi lotikan kir û konferansek qerase li dar xist. Dîkê me di konferansê de behsa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê jî kir û dostanîya xwe û Reîsê Romê Dirêjo anî zimên.
Dîkil Axa bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got ku “navbera min û Serok Dirêjo pir xweş e, kêfa min pir jê re tê û em dostên hev in. Ez bahwer dikim Dirêjo jî rêzê ji min re digire” filan û fîstan.
Piştre Dîkê min û we mijar anî ser Rojavayê Kurdistanê û got: Di 2019an de Dirêjo li ser daxwaza min êrîşî Rojavayê Kurdistanê nekir. Heger ne ji min bûya wê Dirêjo tir ji Kurdên Rojava berdaya. Dirêjo heta îro ew tişt nekiriye” û wekî din.
Dîko anî zimên ku Tirk û Kurd dijminên hev ên xwezayî ne û ew nizane bê wê Romî heta kengî êrîşî Rojava nekin. Yanî, karin êrîş bikin jî, nekin jî.
Law Dîkoooo, piştî te beşek ji leşkirîn xwe ji Rojava kişandin, dostê te Dirêjo êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kir û ewder dagîr kirin oxlim. Ka rêza ku Dirêjo ji te re girtiye?
Axir, navê wî Dîko ye. Mêro dikare li ser her sergoyî bang bide û bike qîqidîqîqîîîîîî..
Waşîngton
Hey min di şaşika te kiro
Ka îcar wê hevallerên me çi bêjin
Pisîk ne li mal be, mişk Evdirehman e