Bavê cengo
Heta niha fitne û fesadan digot „ENKS di oposizyona Tirkîyê de ye, xayîn e, xwefiroş e, tirşik û mirşik e“ filan û bêvan. Piştî çeqilmastê Esed reviya Moskovayê û Colanîyê zinêkar bû desthilatdar, hişê ENKS hat serê wê û biryar da ku xwe ji opoazisyona Sûrîyê vekişîne. Bi vî haweyî ENKS xwe ji toqa naletê, ji xayîntî û mayîntîyê xelas kir û vegerîya ser asasê xwe.
Werhasil, ENKS di daxuyanîya xwe ya fermî de ragihand ku, di çarçoveya pêşhatên siyasî yên niha de, rola Desteya Hevbendî û Danûstandinan bi dawî hatiye û ewê li gor nerînek nû ya siyasî karê xwe berdewam bikin û lotikên xurttir bavêjin. ENKS di lotika xwe de gotiye: „Piştî rûxandina rêjîma dîktator, bidawîbûna rola hevpeymanîya opozîsyonê û desteya danûstandinan, ENKSê vekişîna xwe ya ji opozisyonê radigihîne“ filan û fîstan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku „ENKS wê li gor pêşhateyên heyî bi nêzîkatîyek nû giranîyê bide ser pêşxistina lêkolînên siyasî û ewê bi hemû hêzên netewî re tev bigerin“.
ENKS lotika talî avêt û got: „Bi allahwekîl, bi serê Ehmed Şara Colanî, di derbarê pêşeroja Sûriyê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê, emê bi hemû hêzên niştimanî re tevbigerin“ û çîroka xwe xelas kir.
Yanî, ji bo Sûrîyeyek demokratîk, zagonek demokratîk û mafên herkesî tê de bê paraztin, ji bo tirşik û savarek demokratîk, ewê bi hemû hêzên niştimanî (yanî Sûrîyeyî) re dest bi lotikan bikin.
Ez serê we neêşînim, ENKS jî hat ser xeta PYD û HSD û wê ji bo yekrêzîya Sûrîyê lotik û zîtirkan bavêje.
Ê de a bi xêr…
Herkes behsa Sûrîyeyek yekgirtî û demokratîk dike. POzê kesî naşewite û behsa parçekirina Sûrîyê û Kurdistanek serbixwe nake wesselam..
Qamişlo
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan