Îro ji bo me Kurdan xêra herî mezin xêra zimanê Kurdî ye. Erka herî pîroz doz, paraztin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî ye. Milet bi zimanê xwe hene, bi çand û nirxên xwe dijîn û zindî dimînin. Ji bo her miletî ziman hebûn e, nasname ye, şertê man û nemanê ye. Lê mixabin ji bo me Kurdan ziman ne tiştek e, zimanê dagîrkeran bi me şîrîn e û em negihiştine wê zanyarî û hişmendîya ku em girîngîyê bidin zimanê xwe. Yanî, em hene jî tunene jî.
Îro dersa bijarte derfetek piçûk be jî, ji bo pêşeroja zimanê Kurdî derfetek baş e û divê her malbat, her dezgeh û partî xwedî lê derkevin û Kurdan teşwîq bikin ku zarokên wan dersa Kurdî a bijarte hilbijêrin. Her çiqasî gelek kes û dezgeh dersa bijarte piçûk û girîng nebînin jî, di asasê xwe de gavên piçûk gavên mezin bi xwe re tînin û her derfeta ku ji bo xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bê pêşkêşkirin, divê xwedî lê bê derketin.
Di vê derbarê de wek salên çûyî, HUDA-PARÊ dîsa lotikek pîroz avêt, xêrek bi xwe kir û li axretê 72 horîyên germik û nermik misoger kirin.
Lotikvanên HUDA-PARê li bajarê Êlihê (Batmanê) meşek girseyî, bi def û zirne, bi cil û bergên Kurdî li dar xistin. Koma HUDA-PARÊ bi stranên Kurdî û pankartên Kurdî meşiya û bang li malbatên Kurd kir ku zimanê xwe biparêzin û li dibistanên navîn Kurdî hilbijêrin.
Beşdarên ku bi kincên gelêrî yên Kurdî meşîyan, belavok li şênîyên bajêr belav kirin û bi pankartên cuda bal kişandin ser girîngiya paraztina zimanê Kurdî.
Ji lotika HUDA-PARê zêdetir, tiştên ku şênîyên bajarê Batmanê ji çapemenîyê te anîn zimên girîng û watedar bûn.
Wek:
„Eger ev ziman ji holê rabe, wê çi bimîne? Mirov bi zimanê xwe heye. Dema ku xwedê mirov afirand, pêşî zimanek da wî“.
„Zimanê me her diçe winda dibe. Sedema vê yekê hem malbat û hem jî sîstem e“.
„Heger Kurdî tunebe em jî tunene“.
“ Divê Kurdî hebe. Em zimanê xwe dixwazin“.
„Heger ev nifş nemîne wê zarok Kurdî ji bîr bikin“.
„Em dixwazin hemû gelê me ji bo zarokên xwe zimanê Kurdî hilbijêre“.
“Bi izna xwedê em jî wek bav û kal, dapîr û bapîrên xwe emê bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin”.
„Em dixwazin vegerin ser koka xwe, zimanê xwe yê Kurdî“.
„Pêwîst e gelê Kurd li zimanê xwe vegere û fêrî zimanê xwe bibe“.
„Dema tu diçî welatekî pêşî tu bi zimanê xwe tê nasîn. Milet bi zimanên xwe hene. Heger niha zimanê min ji destê min bigirtana ezê ne tiştek bûma“.
Çi gotinên rast û xweş ne wilo!
Axir, di meşê de Serokê Parêzgeha Êlih yê HUDA PARê Davut Şahîn jî lotikek xweş avêt û got: “Ev bûyer ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî gavek girîng û pêwîst e.
Em bang li gelê Kurd û dê û bavên xwe dikin: Bi taybet di dibistanên navîn de dersên Kurdî hilbijêrin. Armanca me ew e ku ev ziman bibe duyemîn zimanê fermî yê vî welatî“.
Werhasilî kelam, ji îdeolojî, partîtî û mezhebî zêdetir, ji bo me Kurdan îro xwendin û nivîsandin, paraztin û pêşdebirina zimanê Kurdî ferz e. Kurd bi zimanê xwe hene û wê bi zimanê xwe bijîn.
Xwedê xêra te qebûl bike HUDA-PAR!
Stenbol
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan