Doza Kurdan ne felsefî û îdeolojîk e

Pîrkemal

Miletekî qedîm û bindest wek miletê Kurd gerek ji her miletî zêdetir bi nirx û pîrozîyên xwe ve girêdayî ba. Divê ji her miletekî zêdetir xwedîyê hest û hişmendîyek netewî, hest û hişmendîyek netewperestî ba. Lê îdeolojî û felsefeyên xeyalî yên wek bratîya xelk û ummetê wek mirîşka gêj li wan anîye û sedemek vê xwelîserîyê jî bêguman hest û hişmendîya siyasetmedar, serok û partîyên wan e. Wek ku dibêjin masî ji serê xwe genî dibe, miletê Kurd jî bi îdeolojî û felsefeyên serok û rêvebirên xwe genî bûne û di teqana bindestîyê de digevizin.

Li bajarê Êlihê (Batmanê), bi hevkarîya HUDA-PAR û Yekîtîya Perwerdekarên Êlihê kursa axavtin, xwendin û nivîsandina Kurdî hat vekirin. Xwedê xêra wan qebûl bike û xwedê ji wan razî be. Her gav û kiryara ku xizmetê ji axavtin, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî re bê kirin bê guman divê bê destekkirin û xwedîlêderketin.

Rêvebirên HUDA-PAR û gelek ji beşdarên civînê di derbarê xwedîlêderketin û paraztina zimanê Kurdî de gelek tiştên rast û xweş anîn zimên û bang li Kurdan kirin ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Lê gotina ku herî zêde bala min kişand, gotinên Nivîskarê Kurd M. Seîd Temel bû.

Nivîskar Seîd Temel got:

„Doza Kurdan ne felsefî û ne jî bîrdozî (îdeolojî) ye. Doza Kurdan dozek hiqûqî û netewî ye û Kurd li pey doza ziman û hebûna xwe ne“.

Gotinên M.Seîd Temel gotinên M. Mistefa Barzanî anî bîra min. Gorbihuşt jî digot (berî her tiştî bibin Kurd, piştre hûn dibin çi bibin“.

Sedî sed rast e, doza me Kurdan ne felsefî û ne jî îdeolojîk e. Dozek hiqûqî û netewî ye. Lê mixabin em ne gihiştine wê zanyarî û hişmendîyê. Doza Kurdan berê dozek hiqûqî û netewî bû. Serhildan û xebatên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dihatin kirin ji bo heq û hiqûqê miletê Kurd bûn. Serhildanên ku bi rêberîya older û malmezinên Kurd dihatin kirin xwedîyê hest û hişmendîyek netewî bûn. Lê piştî 1960î û derketina felsefe û îdeolojîyên din (bi taybet îdeolojîya çepîtî, sosyalîzm û komunîzmê) doza heq û hiqûqê miletê Kurd, doza netewî di nav qalibê felsefe û îdeolojîyan de hat hepiskirin, doza netewî ji armanca xwe hat dûrxistin û bi doza bratîya xelk û ummetê ve hat pînekirin. Hest û hişmendîya Kurdayetîya ku berê dir ruh û laşê her Kurdî de wek xwînê digerîya, cîhê xwe ji felsefe û îdeolojîyên ku bindestî kirin qedera Kurdan re hişt. Di vê qedera bêbext û bêwext de bêguman rol û para felsefe û îdeolojîyên kesayet, siyasetmedar û partîyên ku îro li ser nave Kurdan bi qedera Kurdan dilîzin û lîztine, pir e.

Tiştên xeyalî pir xweş in. Dinyayek bê sînor, wekhevî, azadî, pirdengî, pirrengî, heq û hiqûq, dadwerî û wekî din. Ev tev xal û zagonên sosyalîzm û komunîzmê ne, yên wê bûn. Lê nedihat bîra me, îro jî nayê bîra me, ku felsefe û îdeolojî jî parçeyek ji siyaseta berfirehî, desthilatdarî û berjewendîyên hinek welatên wek Rûsyayê bûn. Bi navê felsefe û îdeolojîya sosyalîzm û komunîzmê gelek welat ji bindestîyê rizgar bûn, bi navê ol, felsefe û îdeolojîya olî (bi taybet îslamê) 22 welatên Ereban û gelen welatên misilman bûn dewletên serbixwe. Yanî, herkesî felsefe û îdeolojîya sosyalîzmê û felsefeya oldarîyê ji b o berjewendîyên xwe bi kar anîn û di bin wê perde û sîwanê de bûn xwedî dewlet. Lê em Kurd? Em hem ji dêrê jî bûn, hem ji mizgeftê jî. Em ne bi felsefeya bratîya xelkan bûn xwedî dewlet, ne ji bi felsefaya bratîya ummetê. Û xeyalên me yên bratîya xelk û ummetê hê jî berdewam e. Lê ne li ser hesabê Kurdistanek serbixwe, li ser hesabê dijberîya netew-dewleta Kurdan.

Bi kurt û Kurmancî; wek ku M. Seîd Temel dibêje, doza Kurdan ne felsefî û îdeolojîk e. Doza Kurdan dozek hiqûqî û netewî ye. Li ser vî asasî, divê Kurd û partîyên ku hîna jî bi hişmendîya salên 60, 70 û 80î dijîn, ne li pey felsefe û îdeolojîyên xeyalî, ne li pey berjewendîyên partîyên xwe, lê li pey doza heq û hiqûqê netewî, li pey doza ziman û hebûna xwe bibezin û berî her tiştî bibin Kurd.

Mêrdîn

About The Author