Serokê gelê Kurd zora melkemot bir

Qeraseyê zilaman Devlet Bahçelî bi lotika ku bang li Serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan kir û ew vexwend meclîsa Romê, nav bi dû xwe xist, li ber dilê Kurdên Demokratîk bû wek şîr û şekir û bû Serokê Kurdên Demokratîk û Ekolojîk. Bahçelî yê ku neyarê riknê miletê Kurd e û ji destê wî bê wê xwîna Kurdan vexwe, îro li ber dilê gelek Kurdên çeqilmast ji Ocalan û Barzanî jî şîrîntir bûye û hêvîya xwe pê girêdane. Heta wê astê ku Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan lê digere, jê re saxî û selametîyê dixwaze û dibêje pêwistîya Tirkîyê bi te heye.

Axir..

Dibêjin piştî ku Bahçelî bang li Başqan Ocalan kiriye ku bang li PKK bike da ku çekan deyne û PKK ji çekan şût û rût bibe, Bahçelî bûye wek xortekî 14 salî û hêvîyek mezin pê re çêbûye. Lê dibêjin piştî ku deng ji Başqan Ocalan derneketiye û bang li PKK nekiriye, Bahçelî sekta dil derbas kiriye, qapaxa dilê wî xwe berdaye û ew rakirine neştersazîyê, dilê wî neşter kirine û qaşaxa dilê wî xistine cîh. Piştre berê wî dane malê û niha herkes jê re dua dike. Bi taybet Kurdên Demokratîk dua ji rebbê alemê dikin ku Bahçelî nemire û pêvajoya aştîyê ( Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê) têk neçe.

Ez serê xwe û we neêşînim, Serok Bahçelî bi xêra xêr û duayên Kurdan vê carê zora melkemot (azraîl) bir û kefen qetand. Ê de heta carek din xwedê kerîm û rehîm e. Heger Başqan Ocalan rojek berî rojekê bana çekberdanê li PKK û YPG neke, wê Bahçelî cara duyem nefilite û qûn lê biqete wesselam..

Stenbol

About The Author