Herkes deyndarê Kurda ye, lê kes ji bo Kurdan tiştekî nake

Miradê Torî

Insanetî û şaristanî ji Kurdistanê dest pê kiriye. Ji bavpîrên me yên Sumeran bigirin heta bi îro, bi Nuh Pêxember bigirin heta bi îro, miletekî ku Kurdan xêr bi wan nekiribe kêm e yan jî tuneye. Kurd bavê miletên dinyayê, Kurdistan dayika wan û zimanê Kurdî jî maka zimanê wan e. Çîn û Afrîkayî ne tê de, ji Rûsyayê bigirin heta bi Ewropa, Brîtanya û Amerîkayê, zimanekî ku peyvên Kurdî tê de tunebin tuneye. Di zimanê Ingilîzî û Îskandînawî de, di piranîya zimanên dewletên Ewropayî de bi sedan peyvên Kurdî hene. Li Ûkrayna, Polonya, Xizwatistan û gelek welatên Balkanan heta bi îro jî navên Kurdî li çem û rûbar û gundên wan hene. Ê bixwaze dikare di înternetê de lêbikole û bibîne.

Di şerê li dijî terorîst û dolheramên DAÎŞê de Kurdan rûyê dinyayê spî kir. Bi hezaran cangorî dan û nîhan qûna DAÎŞê. Erê hêzên hevpeyman bi desteka hewayî piştgirîya Kurdan kirin, lê di bejayê de lehengên Kurd (pêşmerge û gerîlla) namûsa DAÎŞê kirin pênc pere û herêm ji zinêkarên DAÎŞê pak kirin. Ev rastî ji alî hemû kesî ve tê pejirandin û di vî warî de mirovayî deyndarê Kurdan e.

Serokê Fransayê Macron ê germik û nermik, di konferansa navnetewî ya li ser Sûrîyê de li Parîsê da lotikan, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: „Fransa deyndarê hêzên QSD yên bi pêşengîya Kurdan e û divê ev hêz bi tenê neyên hiştin“.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, herweha di konferansa navnetewî de daxwaz kir ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) tev li artêşa Sûrîyê bibin.

Hûn dibînin ne wilo?

Mêro hem dibêje em deyndarê Kurdan e, hem jî dixwaze artêşa Kurdan bibe beşek ji artêşa Sûrîyê.

Ma ev e deyndarîya we oxlim!

Çima tu û hûn nabêjin „bela Kurd serbixwe bibin û ji Sûrîyê cuda bibin“, lê hûn dixwazin Kurdan bi qûnreşên Ereb ve bizeliqînin. Ma deyndarî ev e mîsyo Macron?
Madem hûn deyndarê Kurdan e û Kurdan xwe di ber we de daye kujtin, wek zilaman cudabûn û dewletbûna Kurdan bixwazin ku hûn karibin deynê xwe bidin û Kurd jî li gunehên we biborin babam…

Werhasilî kelam, herkes li ber a xwe ye. Di rojên tengasîyê de Kurd xulamên bavê wan e. Di firehîyê de jî herkes kurê bavê xwe ye wesselam.

Parîs

About The Author