Temsîlîyeta (nûnertîya) Kurdan pirs û pirsgirêkek bi serê xwe ye. Li her çar-pênc beşên Kurdistanê îro dezgehek ku karibe nûnertîya hemû Kurdan bike tuneye. Ne li Bakur, ne li Başûr, ne li Rojava û ne jî li Rojhilat. Ji xwe em behsa Kurdistana Sor nakin.
Nûnertîyek giştî ku karibe hemû Kurdan temsîl bike tuneye. Lê hêz û partîyên ku xurt in karibin temsîla xwe û alîgirên xwe bikin pir in.
Li Bakur PKK temsîlîyeta dezgeh û alîgirên xwe dike, li Başûr PDK temsîlîyeta dezgeh û alîgirên xwe dike (her çiqasî desthilatdar be jî), YNK temsîlîyeta dezgeh û alîgirên xwe dike. Li Rojava PYD, YPG û HSD temsîlîyeta dezgeh û alîgirên xwe dikin. ENKS tî temsîlîyeta xwe û alîgirên xwe dike. Li Rojhilat heman rewş e. Yanî, dezgehek yan partîyek ku karibe temsîlîyeta hemû Kurdan bike tuneye û zehmet e ku di nav Kurdan de jî çêbibe. Çênabe çimkî hest û hişmendîya netewî bi me re kêm e, tuneye, û herkes dibê ez û ez.
Axir..
Serokwezîrê me yê germik û nermik, xweşmirov û dilovan, birêz Mesrûr Barzanî heypeyvînek bi Televizyona El Arabîye re kir û çend lotik avêtin.
Mesrûrê me erênî û neyînî behsa gelek tiştan kir, behsa têkilîyên Hewlêr û Bexdayê û hinek tiştên din kir. Li ser pirsa Rojava û HSD (PKK/YPG) jî got: „HSD (PKK/YPG) nûnertiya hemû Kurdên Sûriyê nake“.
Ê baş e ezbenî, ma hûn wek PDK li Başûr nûnertîya hemû Kurdan dikin? Ma YNK nûnertîya hemû Kurdan dike? Na. Kî xurt be, kî xwedî hêz û desthilatdar be, baş yan xirab ew nûnertîya Kurdan dike. Halîhazir yên xurt û desthilatdar HSD ye, û helbet yê nûnertîya Kurdên Rojava bike jî wê ew bin. Kî li meydanê be, kî bedel û berdêlê bide, kî şer bike û xwe bide kujtin, nûner jî ew e, berdevk jî ew e. Li hesabê me bê yan neyê, em jê hez bikin yan nekin, divê ked û heq û hihûqê kesî neyê xwarin û neyê înkarkirin.
Ez serê we neêşînim, wek dibêjin; „Ê bêje û bike mêr e. Ê nebêje û bike şêr e. Ê bêje û neke kerê bê xêr e“. Kî li meydanê û di qada şer de be, mêr jî ew e, şêr jî ew e, nûner jî ew e û hûn sax…
Kerkûk
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan