Cemîl Cewher
Dolheram û çeqilmasê ku kes nizane bezê bin guhê bavê wî ji ku ye, ango Dogu Perînçek, li enqerê bi sernavê “Silav li Berxwedana Filistînê” civînek li dar xist û da lotik û zîtirkan.
Perînçek ê ku yek ji endamê dewleta kûr û grûpa Awrasyayîyan e, wextekî xwe wek dost û şêwirmendekî Serokê PKK Ocalan bi Kurdan şîrîn kir û li Bekaayê ji alî Ocalan ve bi gulên sor hat pêşwazîkirin. Perînçek jî wek Yalçin Kûçik Kemalîst û dijminekî miletê Kurd e û di bin kirasê dostanîya Kurdan de Kurdan bi Tirkîye û Tirkayetîyê ve pîne dike. Û ji bîr nekin, li Îmralîyê kesê ku bi dizî vîdeoyên Ocalan kişandibûn û weşandibûn (Hasan Atîlla Ugur) jî zilamê Perînçek û rêvebirekî partîya wî ye. Yanî, Perînçek marekî kor û bi jehr e.
Axir..
Dolheram Perînçek, di civîna Enqerê de pesnê Filistînê da, Filistînî firandin ber perê ezmana û wek herkesî, wek her partîyê, wek her neyarekî Kurd û Kurdistanî, ji Filistînê re serxwebûn û ji Kurdistanê re bindestî û koletî xwest. Perînçekê ku qaşo çep û komunîst e, wek her komunîst û Kemalîstê Tirk, neyartîya Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye asasê hebûna xwe û partîya xwe û hêstirên sextet û xapînok li ser qûnreşên Filistînî dibarîne.
Perînçekê çeqilmast, di civînê de rastîyek jî anî zimên ku gelek ji me Kurdên xwelîser vê rastîyê nabînin û heta niha nedîtine. Çareserkirina pirsa Filistîn û Filistînîyan rê ji çareserîya Kurd û Kurdistanê re jî vedike. Çi bi hilweşandina pirsa Filistînê be, çi bi çareserkirina wê be, çareserîya pirsa Filistînê wê rê ji çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê re jî veke û piştî çûna Filistînê wê pirsa Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn bibe pirsa yekemîn. Bi salan e pirsa Filistînê bûye pirsa yekemîn a herêmê û li ber hebûna pirsa Kurd û Kurdistanê bûye asteng û kelem. Ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê nekeve rojeva Rojhilata Navîn û rojeva dinyayê, bi dehê salan e pirsa Filistînê di rojevê de tê hiştin û bi taybet yên ku vê yekê jî dikin dagîrkerên Kurdistanê û kesên mîna Perînçek û dolheramên din in. Pirsa Filistînê ji bo wan bûye wek nanê sêlê, geh germ dikin, geh sar dikin. Geh li ser digirîn, geh di bin re piştgirîya êrîşên Îsraîlê dikin.
Perînçekê çeqilmast dicivînê de got: Ger Filistîn bi ser bikeve plana Kurdistanê ya DYA û Îsraîlê têk diçe. Armancên stratejîk ên DYA û Îsraîlê yên li vê eniyê tunekirina Filistînê û avakirina dewleta duyemîn a Îsraîlê ya bi navê ‚Kurdistanê ye. Niha em hatine xalek krîtîk ji bo hemû herêmê û hemû mirovahîyê. Çarenûsa me ya li enîyê hevpar e. Ger Filistîn bi ser bikeve, plana bi navê Kurdistanê ya Amerîka û Îsraîlê têk diçe“ filan û fîstan.
Erê, aha tirsa hemû dolheramên wek Perînçek ev e. Dewleta duyemîn a Îsraîlê. Yanî Kurdistan. Lê çeqilmast Perînçek tiştekî ji bîr dike. Çareserî û serketina Filistînê plana Amerîka û Îsraîlê têk nabe. Li vajayî wê, serketina Filistînê (bibe dewlet yan wekî din) wê pirsa Kurd û Kurdistanê bike pirsa yekemîn a herêmê. Bi vî haweyî hem wê sedemek wek Filistîn di destê dolheramên mîna Perînçek û dewleta wî de nemîne, hem wê Filistînî ji van dost û hevalbendên sextekar xelas bibin, hem jî wê Kurd di qada herêmî û navnetewî de bibin xal û pirsa yekemîn.
Werhasilî melam, çareserîya pirsa Filistînê (bibe dewlet yan birûxe û têk here) di xêra me Kurdan de ye. Kesên mîna Perînçek qûna xwe biçirînin jî wê nikaribin li pêşîya Kurdistanê bisekinin wesselam.
Hewlêr
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan