Bavê te nikarîbû qizim..

Ayyuce Turkeş (keça serokê nîjadperestên Tirkîyê Alpaslan Turkeş), qaşo xwest li Meclîsa Virqo navekî bi dû xwe bixe û hem zimanê Kurdî, hem jî Kurdan piçûk bixe. Lê Ayyuce Terkêreş nizanîbû ku Kurd û Kurdî ji wê û ji dewleta wê mezintir in.

Ayyuceka porkur, di axavtina xwe ya meclîsê de got ku zimanê Kurdî ji 8 hezar û 200 peyvan pêk tê û zimanekî bi kok û beredayî ye. Lê kunreşa heram nizanîbû ku (dizane lê newêre bêje) zimanê Kurdî zimanê herî kevnar ê cîhanê ye û nîvê zimanê wê yê Tirkî jî Kurdî ye, ji Kurdî hatiye dizîn.

Ayyuce xanimefendîlerî ji bîr dike ku li gor daneyên zaniztî zimanê Kurdî xwedîyê 918 hezar û 123 peyvan e û zimanekî ji malbata Hind Ewrûpî ye. Dizane, lê porkurê xwe li nezanî datîne.

Ayyuceka çiryayî û diryayî berî niha jî li dijî banga kevneserokê xwe Devlet Bahçelî û çekberdana PKK sekinî bû û gotibû „heger PKK çekan deyne, tu sebeba ku Tirkîye êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike namîne“ û aqil dabû dewletê.

Ez serê we neêşînim kezebno, jinên Tirko ji mêrên xwe nîjadperesttir in, keçên wan ji xortên wan nîjadperesttir in, neyartîya ku jinên wan li dijî Kurdan dikin mêrên wan nakin. Aha ji ber vê sebebê gelek caran kêfa min ji van dêlikên çiryayî û diryayî re tê. Xwezî keç û jinên me jî wek wan nîjadperest bûna û li ziman û netewa xwe xwedî derketina.

Îcar sayin Ayyuce xanim, bavê te Turkeş nikarîbû Kurd û Kurdî tune bike qizim, ma tê karibî yawrûm…

Mêrdîn

About The Author