Çûn seferê, hêvîdarim venegerin ser sêhra berê


Nûrî Çelîk

Siyaset gelek caran wîjdan û exlaq bi insanan re nahêle. Ne exlaqê siyasî, ne jî yê kesayetî û mirovî. Belkî bêexlaqî û bêrêzîya ku Kurd li bember hev dikin, li tu welatekî din, di nav tu partî û siyasetmedarên welatekî din tunebe. “Di tengasîyê de siyaseta dost û bratî, di firehîyê de siyaseta xayîn û neyartî“ bûye dûrişma gelek kes û hinek partîyên me. Bi taybet PKK û dezgehên wê di vê yekê de serê hefsêr dikşînin.

40-45 salên xwe bi tohmetên giran û bi xayînkirina Barzanîyan derbas kirin. Heta doh jî di manşet û sernivîsên çapemenîyên wan de Barzanî xayînê mezin û hevkarê AKP û MHP bûn. Lê piştî ku ji dijminê riknê miletê Kurd Devlet Bahçelî re gotin “birêz“, xayîntî û xwefiroşîya Barzanîyan (bi gotina wan) ji bîr kirin û çûn ber lingên wî, Bêyî ku lêborînekê ji Barzanî û miletê Kurd bixwazin, bêyî ku rûyê wan sor bibe û serê xwe berdin ber xwe. Helbet ev jî heta derbasbûna pirê ye. Kengî ku pêwistîya wan bi alîkarî û desteka Barzanîyan nema, dîsa wê tohmet û çîrokên xayîntî û xwefiroşîyê dest pê bikin. Doh wilo bû, sibê jî wê wilo be. Kengî ku çîroka pêvajo û paradîgmaya wan xelas bû yan bi ser neket, Barzanî ji bo wan dîsa sersebeb e, xayîn û xwefiroş e. Ev karekterê PKK ye. Heta ji pirê derbas bibin dikarin ji herkesî re bêjin xalo. Dikarin di rojekê de yekî yan hinekan bixin welatparêzên mezin û di rojekê de jî bikin xayîn û xwefiroş. Lê Devlet Bahçelîyê ku îro kirine taca serê xwe û bi serê wî sûnd dixwin, aştîxwaz û serokê bêhempa ye.

Axir…

Şanda Îmralî ya Partiya DEMê bi serokatîya Pervîn Buldan û S. S Onder ( ku yek Ereb û yek Tirk e û ji bo Kurdan bi serê xwe sosretek mezin e) serdana Hewlêrê kirin, bi Barzanîyan re hevdîtin kirin û silavên Ocalan gîhandin wan. Helbet dil dixwaze ku dostanî û dan û stendinên hemû Kurdan û partîyên wan bi hev re hebin, çêbibin, bi hev bişêwirin û alîkarîya hev bikin. Lê ji ber ku zimanê me ji şîr şewitîye, em pif dikin dew. Serpêhatî û tecrûbeyên demên bihurî gelek caran me neçarî şik û gumanan dikin. Hêvîdarim wek gelek caran em xeyalşikestî nebin û xwêsîya me di qirika me de nemîne.

Belê, Barzanîyên xayîn û xwefiroş (!) bi germayîyek wek agirê dojehê pêşwazîya şanda Îmralîyê kirin, destek û piştgirî dan hewldanên aştî û pêvajoya nû û şanda Ocalan destvala venegerandin. Barzanî bi aqilmendîya dewletî nêzîkî mijaran dibin, bi heman aqilî nêzîkî neyarên xwe jî dibin. Rojane nafikirin, hûr û dûr difikirin. Pêşwazîkirina şanda PKK ne guneh e û ne jî qebhet e. Her çiqasî di medya civakî de gelek Kurd û siyasetmedarên wan ji ber serdanê Barzanîyan rexne û sûcdar bikin jî, Barzanî di bîr û zanyarîya mijarê de ne û tûrikê wan ne vala ye. Her gotin, her nivîs, her tohmet û boxtanên ku li wan tên kirin, dikevin xezîna arşîva wan. Tiştek ji bîr nabe. Wek dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro. Roj bê wê şev û roj, spî û reş hesab ji hev bipirsin. Ew nepirsin jî wê dîrok bipirse û hesab bixwaze.

Di vê serdan û xoş û bêşê de wê PKK Barzanî bi kar bîne û bike şirîkê gunehên xwe, yan wê Barzanî bixwaze PKK vegerîna ser xeta Kurd û Kurdistanîbûnê, nizanim. Silavên Ocalan û PKK ji bo Barzanîyan her ne ji bo xêrê ye, ji bo bikaranîn û xurtkirina dest û berjewendîyên îro ye. Şik ji vê re tuneye, çimkî serpêhatîyên berê nehatine jibîrkirin. Lê wê Barzanî çiqasî karibin bandorê li PKK bikin cîhê şik û gumanê ye. Her çiqasî ev serdan û çûn û hatin bi zanîn û destûra dewleta Tirk be jî, pêkanîna dostanîyek rasteqîn ji bo PKK û Barzanîyan wek xewnekê ye. Ne dewleta Tirk dixwaze PKK û Barzanî li hev bên, ne jî PKK. Lihevhatin û dostanîya wan tê wateya têkçûna berjewendîyên dewletê. Herweha lihevhatin û dostanîya wan tê wateya têkçûna PKK jî. PKK hebûna xwe li ser têkbirina Barzanîyan (xeta serxwebûnê) ava kiriye û alîgirên xwe jî bi neyartîya Barzanîyan li ser lingan dihêle. Ji ber vê yekê dibêjim, tunebûna wîjdan û exlaqê siyasî û mirovî her tiştî bi insên dide kirin.

Ez serê we neêşînim, dibêjin heft çîrokên hirçê hene hemû jî li ser dara hirmîyê ne. Ê me jî heft çîrokên me hene, hemû li ser dostanî yan dijminatîya PKK û Barzanîyan e. Hêvîdarim rojek ji rojan çîrokên me yên dara hirmîyê biqedin û em dest bi çîrokên nû û xweştir bikin.
Bi vê ve girêdayî, ez Komxebata ku HUDA PARê li Amedê ji bo çareserîya pirsa Kurd li dar xist û tê de biryarên maqûl hatin girtin, pîroz dikim.

About The Author