Dev ji Walîtîyê berde, bibe şifêr bavê min

Tê bîra we dema par Walîyê Dihokê Ûmîd Xoşnav serdana HDP kiribû ne wilo?

Baş e, lotikvanên HDP jê re çi kiribûn?

Ew li cîhekî ku dikandarekî Amedê jî lê rûnanê pêşwazî kiribûn û bi rêya wergêrekî dest bi lotikên hevdîtinê kiribûn. Yanî, rêz û qîmetê çaygêr û himalekî jî nedabûn Walîyê me Ûmîd Xoşnav, meqam û kesayetîya wî daxistibûn asta herî jêr.

Nizanim ne em Başûrî sivik û pêlîstok in, yan serkundir û qoqê vala ne. Kesên ku bi kesayetîya me dilîzin, neyartîya me dikin, me piçûk dixin û qîmetê pîvazekê nadin me, em wan datînin ser serê xwe û xulamtîya wan dikin. Rêz û qîmet beramberî hev e, dive wilo be. Wek dibêjin, dil li beramber dil e. Heger kesek rêz û qîmetê nede te lê tu rêz û giranîya xwe têxî bin lingên wî/wê, ev ne siyaset e û mêhvanperwerî ye. Safîtî ye, bêkesayetî û ruhê koletîyê ye.

Axir..

Şanda Partîya DEMê bi serokatîya Pervîn Buldan û S. S Onder serdana Başûrê Kurdistanê kirin û bayek ji ber serê xwe berdan. Li ser xêrê be rebbî!

Lê Walîyê me Ûmîd Xoşnav çi kir?

Şifêrtî ji Pervîn Buldan xanimê û şanda pê re kir. Yanî meqamê Walîtîyê ji bîr kir û wek şifêrekî bi meaş şifêrtîya Pervînê kir.

De li wêne baş binerin bê çi tê bîra we.

Pervînê bi şifêrtîya Walî Ûmîd Xoşnav dikeve û bi şifêrtîya wî kêfxweş e (yanî henekê xwe pê dike), û Walîyê me Ûmîd Xoşnav jî bi şifêrtîya (xulamtîya) Pervînê kêfxweş e û dike ku bifire ber perê ezmanan.

Tu Walîyê Bajarekî ye birêz Xoşnav, tu ne şifêrê filankes û bêvankes e.

Heger meqamê Walîtîyê ne li gor te be, dev jê berde û bibe şifêr ezbenî…

Duhok

About The Author