Pîrkemal
HUDA-PARê li Amedê lotikek avêt û „Komxebata Çareserîya Însanî ya Pirsa Kurd“ li dar xist. Gelek kesayet û siyasetmedarên naskirî beşdarî komxebatê bûn. Hinek ji wan rêvebir û wekîlên AKP bûn. Di daxuyanî û encamnameya komxebatê de gelek xalên aqlêselîm hatin rêzkirin û ji bo heq û hiqûqê Kurdan daxwazên maqûl hatin xwestin. Wek ziman û naskirina nasmeya Kurd û hinek daxwazên din. HUDA-PAR bi vê lotika xwe hem erka xwe ya insanî, hem erka xwe ya olî û hem jî erka xwe ya Kurdî pêk anî. Spas û her hebin!
Balkêş e, ewên ku bi deh salan bi ray û dengê Kurdan di meclîsa Romê de li ser ked û xwîna Kurdan diçêrin û qaşo siyasetê dikin, heta îro ji bo Kurdan komxebatek girseyî li dar nexistine û naxin jî. Ewên ku bi dehsalan e di meclîsa Romê de lin avêtine ser ling, ji bo fermîbûna zimanê Kurdî çalakîyek girseyî li dar nexistine. Ji çîrokên Demokratîk Cûmhûrîyetê pê ve, ji mafê jinan pê ve, ji mafên LGBT pê ve, ji bijî û bijî pê ve, ji çîrokên xelkler û melkleran pê ve tiştekî ku erênî û di xêra Kurdan de be nekirine. Ji xwe ji bo vê yekê ketine meclîsê, ji bo behsa heq û hiqûqê miletê Kurd neyê kirin û Kurdan bi mijarên derveyî civaka Kurd mijûl bikin. Ewên ku MHP û Bahçelî kirine taca serê xwe, bi çavê neyartîyê li HUDA-PAR ê dinerin û xwe dûrî wê digirin (ji ber nakokî û neyartîya kevin). Bi herkesî re hevdîtin kirin li silavek jî nedan HUDA-PARê. Di asasê xwe de mesele ne nakokî û neyartîya berê ye, mesele nexwestina nêzîkatî û dostanîya hêz û terefên Kurd e. Ne dewlet û ne jî PKK naxwazin Kurd û partîyên wan nêzîkî hev bibin. Heger nêzîkî hev bibin wê neyartîya navbera Kurdan xelas bibe, wê av û nan ji ser wan ûsiyaseta wan qut bibe û wê ev yek bibe sebeba tifaq û hevgirtina Kurdan. Ev jî tê wateya têkçûn û şikestina siyaseta dewlet û PKK. Aha ji ber vê tirsê PKK û DEM xwe ji HUDA-PARê dûr dixin û ji wan tê xwestin ku nêzîkî wan nebin. Her çiqasî HUDA-PARê di refê AKP de cîh girtibe jî, di encamê de Kurd in û di çavên dewletê de neyar û ne dost in. Yanî wek ku dewlet pişta xwe bi PKK û DEMê qewîn dike, bi wan qewîn nake. Rast e, di paşeroj û pêvajoya Hizbûllahê de, hatin provokasyonên dewlet û PKK û destê wank et xwîna Kurdan. Lê ma destê kê neketiye xwîna Kurdan? Bi qasî ku PKK Kurd kujtine (Ocalan dibêje me 15-17 hezar hevalên xwe kujtin) HUDA-PARê nekujtine. PKK tenê di şerê xendekan de zêdeyî 10 hezar keç û xortên Kurd dan kujtin, hûn dev ji kujtinên faîlî meçhûl û ne meçhûl berdin. Tiştê ez dixwazim bêjim, heger sûcdarek hebe ew ne tenê HUDA-PAR e, PKK bi xwe ye jî. Nakokî û neyartîya berê ne sebebên lihevnehatin û dijminatîyê ne. PDK û YNK jî bi hezaran pêşmerge ji hev kujtin. Lê şert û mercên herêmî û navnetewî ew mecbûrî lihevkatinê kirin.
Axir..
„Komxebata Çareserîya Însanî ya Pirsgirêka Kurd“ a ku ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê hat lidarxistin, AKP tevlihev kir. Bi taybet Kemalîst û sosyalfaşîstên (çepên) ku di nava AKP de ne bi xwe nexweş anîn û komxebat wek darbeyek xayîntîyê bi nav kirin. Serşêwirmendê Erdogan Mehmet Uçum (komunîstê kevn) komxebat wek xayîntî bi nav kir û wek her carê li dijî hebûna heq û hiqûqê miletê Kurd derket. Kemalîst û sosyalfaşîstên Tirk (çep û sosyalîstên sexte) ji roja damezirandina Komara Tirkîyê û heta îro bi navê sosyalîzm û çepîtîyê neyartîya Kurd û Kurdistanê kirine û îro jî dikin. Daxuyanî û lidijderketina Kevnekomunîstê kevin Mehmet Uçum (hûn bêjin komîserê dewleta kûr) di nava hinek rêvebir û wekîlên AKP de nerazîbûn derxist holê û dubendî xist nava AKP. Kesên wek Mehmet Metîner, Orhan Mîroglû, Bulent Arinç û hinekên din Mehmet Uçum bi tundî rexne kirin. Komxebata HUDA-PARê li vir xêrek mezin bi xwe kir û bû sebebê ku kesên mîna Mehmet Uçum rûyê xwe eşkere bikin.
Werhasilî kelam, xebat û komxebatên bi vî rengî li fêda Kurdan e, divê bên lidarxistin û bên destekkirin. Çi HUDA-PAR be, çi DEM be, çi yên din bin, xwedîlêderketina heq û hiqûqê miletê Kurd erkê herkesê dilsoz e û xelas.
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan