Bavê Cengo
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Nîvdemokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser pêşhateyên dawî yên Sûrîyê ji North Pressê re axivî û çend lotik avêtin.
Mazlûmê me yê germik û nermik, çeleng û xweşik, yek ji serokên DAÎŞê û Serokkomarê nû yê Sûrîyê Ehmed Şara Colanî pîroz kir, hêvî kir ku ew di vê qonaxa hestiyar de karibe bi xêra dê û bavê xwe Serokatîya Sûrîyê bike“ û ew vexwend Rojava.
Li ser pirsa „gelo gava Colanî hat Rojava hûnê çayê bidinê, yan qehwê? “ got:
“ Ne tenê çay û qehwê, emê savar û tirşikê jî deynin ber“ û pê de çû.
Werhasil, fermandarê me Ebdî got ku dan û standinên me li gel Hikûmeta Sûrîyê berdewam dikin û got:
“ Sofîkên Şamê 3 daxwazan ji me dikin. 1.Şervanên ne Sûrîyeyî (PKK) dersînor bikin. 2. Rê bidin ku dem û dezgehên hikûmetê li Rojava bên vekirin (yanî wek dema Esed dezgehên Hikûmeta Şamê desthilatdarîyê li Kurdan bikin). 3. Dosyayên ewlehîya terorîstên DAÎŞê radestî hikûmetê bikin (ji bo wan terorîstan azad bikin û dîsa wan li dijî Kurdan bidin şerkirin).
Çi daxwazên maqûl û germik û nermik tên xuyakirin ne wilo?
Daxwazên sergirtî lê xefik xapên mezin.
Û ne tenê ew..
Herweha ev daxwazên dewleta Romê ne jî.
Û daxwazên hinek serokên sererd û binerd in jî.
Kurd bibin beşek ji çeqilmastên Sûrîyê, HSD (YPG) bibe beşek ji Artêşa Sûrîyê, Kurd cuda nebin, federasyonê nexwazin, Sûrîyeyek yekgirtî-ekolojîk-demokratîk û Erebolojîk bixwazin, filan û fîstan.
Piştî gihiştina nameya Ocalan û li gor biryarên ku HSD di civîna dawî de girtine, sed mixabin, dixuye ku wê HSD hemû daxwazên Hikûmeta Şamê, Hikûmeta Enqerê û Hikûmeta Îmralîyê pêk bîne. Wê fersenda ku sed salan carekê hatiye ber lingên Kurdan ji dest berdin û xwelîya heft gundan li serê Kurdên Rojava û temamê Kurdan bikin.
Û piştî qurbankirina 30-40 hezar keç û xortên Rojava, Kurdan çi qezenc kir?
Bratîya gur û mîhê!
Ma li Bakur jî heman tirşik nehat xwarin ezbenî, belê.
Çi bi ser ket, kî bi ser ket?
Tirk bi ser ketin, û Kurdan pê girt….
Qamişlo
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan